Ev daketina bihayê diravê Îranê piştî ragihandina dorpêçên nû yên Amerîkayê û hişyariyên wezîrê xezîneyê yê Amerîkayê, derbarê "derxistina aborî" û egera gihîştina Dolarî bo 300 hezar tûmenî tê.
Bandora bilindbûna nirxê Dolar li ser aboriya Îranê
Dema nirxê Dolar li hember tûmenî zêde dibe, lêçûna hawirdekirina kelûpel, xwarin, derman û keresteyên xav zêde dibe, ku ev yek rasterast dibe sedema buhabûna bazaran û kêmbûna hêza kirînê ya xelkê.
Rekorên nû yên Dolarî û pêşbîniyên nêzîkbûna astên hêj bilindtir (wek 300 hezar tûmenî) dihêlin xelk û sermayedar ji bo parastina nirxê pereyên xwe berê xwe bidin Dolar, zêr an mal û milkî, ku ev jî zexteke zêdetir li ser bazarê çêdike.