Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji 5 hezar dar û şêneyan li devera Qelaya Merîwanê de hatine çandin

11:24 - 25 Çirriya paşîn 2026

Bi hewldana “Encumena Kesk a Çiya” ya bajarê Merîwanê û hevkariya xwendevanên xwendingehên bajarê Merîwanê, li çarçoveya helwdana “Zagrosane” de li heyma 5 salan de zêdetir ji 5 hezar şêneyên daran ên xwecihî yên wek “Mazû, Berû û Qezwan” li devera Qelaya Merîwanê de çandine.

Ev hewldan bi tenê çandina şêneyeke darî nine, belku beşek ji hewldana berdewam a perwerdeya zarokan a “Encumena Kesk a Çiya” bo parastina jîngeh, vejandina daristanan û geşepêdan bi hizra Kesk û hişyarbûna nivşa nû ye.

Armanc ji çandina daran ev e ku zarok hînî vê bibin ku daristan bi tenê hejmarek dar nîne, belku mala jiyan, çavkaniya avedanî û beşek ji nasname û hebûna vê niştimanê ye.

Li wan hewladanan de darçandin bi dirûşma “Jînayiya vê Niştimanê bi keskatiya Zagrosê ve ye” dest pêkirine