Roja Sêşemî 3ê Sermaweza 1405an, Mihemed Feqê Elî, Berpirsê Peywendiyên derve ê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li Otrîşê, ligel Pawil Şitîş, Perlemantarê wî welatî kom bû, li dîdarê de ku raporta pêşêlkariyên mafê mirov li Îran û Kurdistanê de pêşkeş kir, rewşa siyasî û xirapiya guzerana xelkê bi sedema siyasetên rejîmê ve gengeşe kir.
Nûnerê Hizbê tekezî ji vê kir ku rejîmê şiyana bersivdana daxwaziyên xelkê nîne û bi xwe çavkaniya metirsiyê ye, Pawil Şitîş ew serdan bi girîng da xûya, û bi hewce zanî ku peywendiyê ligel hêzên demokratîkxiwaz de zêde bike, û piştevaniya tewaw a xwe bo pêşniyaran û bihêzkirina hevkariyan jî da xûya.