Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bo parastina qewareya Herêma Kurdistanê, tev gelê Kurd xwedî helwêst e

08:44 - 26 Çirriya paşîn 2026

Piştî gefên Bexdayê bo ser hikûmeta Herêma Kurdistanê, gelê Kurd li hemî perçeyekî Kurdistanê û li her derekî cîhanê li bersiva gefên bo ser axa Kurdistanê bertek nîşan da û amadehiya xwe ji bo parastina axa Kurdistanê dane xuya.

Neyarên gelê Kurd ku xewna têkbirina destkeftên herêma Kurdistanê dibînin, fikra vê yekê nedikirin ku dema tiliya xwe dirêjî axa Kurdistanê bikin, tevî hemî nakokiyan, ji bo xwedî derkeftin ji xaka Kurdistanê, gelê me yekgirtiye.

Li hember gefên Elzeydî de, bi dijî herêma Kurdistanê, ku pêşbînî nekiribû part û aliyên siyasî û heta opozîsyon jî mil bi mile hev û bi yek helwêst, li hember wan gefan derkevin, Partî, Yekîtî, û hemî hêzên siyasî û pêkhateyên netewî û olî, pêkve hawar dikin, em bo parastina Kurdistanê, hemî pêşmerge ne.

Îro li Hewlêrê, kombûn û xwepêşandaneke mezin hat li darxistin.

Li Dihok, Zaxo, Akrê û Dêrelûkê çalakiyên berfireh çêbûn.

Herwisa li Akrê meşeke dest pê kir.

Li Hesekê û Sineyê dengê piştgiriyê bilind dibe, Şeva derbasbûyî bi hezaran xortên Kurd li başarên Qamîşlo, Heseke Amûdê û cihên din li Rojavayê Kurdistanê rijiyane ser şeqaman û bi hilgirtina Ala Kurdistanê û Çekan, piştevaniya xwe ji Herêma Kurdistanê derbirîn.

Li Rojhilatê Kurdistanê jî bi hestên xwe yên netewî piştgîriya Herêma Kurdistanê hate nîşandanê û bi hezaran kes ji xortên Rojhilatê Kurdistanê amadehiya xwe nîşan dane ji bo parastina axa Kurdistanê.

Li Sine yê, welatiyan bangawaziyek belav kiribûn, ku di bin dirûşma "Başûr ne bi tenê ye, Sine piştevan e, yekgirtina me sînoran nas nake" piştevaniya xwe nîşan bidin.

Welatiyên Sineyê di bangawaziya xwe de ragihandine ku ew li hemberî gef û êrîşên nerewa yên Iraqê yên li ser Herêma Kurdistanê dadikevin kolanan, da ku dengê yekgirtin û piştgiriya xwe ya ligel xelkê beşên din ên Kurdistanê bigihînin cîhanê. Ew tekez dikin ku kombûna wan ragihandina piştgiriyê ye ji bo ewlehî, azadî û mayîna qewareya Herêma Kurdistanê.