Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Sikirtêrê Giştî ê Hizba Dêmokrat derheq roja tundûtîjî dijî jinan

11:36 - 25 Çirriya paşîn 2026

Tundûtîjî dijî jinan tenê diyardeyek civakî nîne, belkê birînek kûr a siyasî û dîrokî û hêmaya sitemek çend qatî hember bi nîveya civakê ye.

Îsal di demekê de em yada 25ê Novemberê û qurbaniyên tundûtîjî dikin ku mixabin li Kurdistanê de em şahidê hilkişîna amarên jinkujî û binpêkariya mafên jinan in, eva zengek metirsîdare û dibêje me ku heya niha eqliyeta mêrsalarî û nebûna sizaya yasayî a guncaw, rêgirî li parastina meznahî û jiyana jinan dikin.

Rêzdar Mistefa Hicrî Sikirtêrê Giştî ê Hizba Dêmokrat li dirêjiya peyama xwe a bi hilkefta 25ê Novemberê de ragihandiye: Nabe bîra me biçe ku ew jinên îro li jêr navê (Şeref û Namûsê) de dibne quranî, heman ew jin in ku li raperînên cemawerî de û bi taybetî li şoreşa Jînayê de, hêzeke siyasî û bi bandor û pêşengê guhertin û rizgariya niştimanî bûn, ji ber hindê parastina can û kerameta jinan wekî parastina mafê nîveya civakê, erkê exlaqî û siyasî ê hemûyane.

25ê Novemberê û çalakiyên 16 rojên rûbirûbûna digel tundûtîjiyê, dibe bibe wêzgehek bo nehiştina her cure hêcetekê bo tawanên jinkujî li jêr navê şeref û hewldan bo beşdariya kara a jinan li navendên biryardanê, jinavbirina tundûtîjî, mercê sereke a avakirina civakek azad û serbixwe ye.

 

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê

Sikirtêrê Giştî

Mistefa Hicrî

25ê Novembera 2026an.