Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Elî Zeydî, piştî raporta komîteya lêkolînê ya li ser qaçaxçîtiya neftê ya li Şîrketa Petrola Bakur, rêzek biryarên îdarî, dadwerî û ewlehiyê derxistin.
Di çarçoveya van biryaran de, dûrxistina hejmarek berpirsên bilind ên leşkerî û sivîl, pêdaçûna bi girêbestan û girtina rêkarên nû yên li hember deriyên sînorî û meydanên neftê yên di bin desthilata Herêma Kurdistanê de cih digirin.
Li hember van pêngavên Bexdayê û gefên bi dijî Herêma Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, daxuyaniyeke hevbeş belav kirin û biryarên hikûmeta federal bi tundî şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev rêkarên dawî ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê cihê matmayînê ne û binpêkirina mafên destûrî ne. Her du partiyan bi yekdengî tekez kirin ku divê di navbera Hewlêr û Bexdayê de tenê destûr hakem be û biryarên yekalî xizmeta ewlehî û aramiya Iraqê nakin. PDK û YNKê di dawiya daxuyaniya xwe de hişyarî dan û ragihandin ku Herêma Kurdistanê berhema xwîn û xebata xelkê Kurdistanê ye û destwerdana di maf û destkeftên wê de "xeta sor" e.
Piştî helwesta Yekîtî û Partiyê, tev hizb û aliyên siyasî û pêkhateyên netewî û olî li Kurdistanê, bi daxuyaniyan li hember gefên Bexdayê sekinîn.
Rêzdar Mesûd Barizanî, Serokê Partiyê, Rêzdar Bafêl Talibanî, Serokê Yekîtiyê, Nêçîrvan Barizanî Serokê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barizanî Serokê Hikûmeta Herêmê û zaf desthilatdar û rêberên siyasî bi tûndî bersiva gefên Zeydî dan.