Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çekên spaha pasdaran a terorîst ji aliyê Sûriyê ve hatine zewtkirin

13:42 - 26 Çirriya paşîn 2026

“Bred Cûpir” Fermandeyê, CENTCOM, ragihand ku hêzên ewlehî yên Sûriyeyê kamiyoneke hilgirê çekan ku ji aliyê spaha pasdaran a terorîst ve bi qaçaxî bo Lubnanê dihatine şandin peyda kirine û dest bi ser de gitine.

General Bred Cûpir, di daxuyaniyekê de ku roja Çarşemî, 25ê Çiriya Paşîn li hisaba bikarhêneriya fermî ya CENTCOMê li tora civakiya “X” de hatiye belavkirin, destxweşî li serkeftina hêzên ewlehiyê yên Sûriyê li rawestan li hember qaçaxçîtiya çekan û madeyên hişber kir.

Fermandeyê CENTCOMê zanyariyên hûr li ser cur û hejmara wan çekan û cihê peydakirina wan neda.

Hwerisa Bired Kûpir ragihand ku Ajansa dije madeyên hişber a Sûriyeyê vê mehê de li sînorê Lubnanê de gelek hebên Captagon û madeyên din ên qaçax peyda kirine û dest bi ser de girtine.

Fermandeyê CENTCOMê tekez kir ku ev karên wiha dê bibin alîkar ku Sûriyeyek aram, yekgirtî û aştiyane bê avakirin û ewlehî û aramiya herêmî zêdetir bibe.