Damezraweya Zanist û Ewlehiya Navnetewî ya Amerîkayê li bajarê Waşîngtonê li roja Çarşemî 25ê Çiriya Paşîn bi belavkirina wêneyên esmanî, çêkirina lezgîn a bînayên binerd ên qahîm li devera “Behcetabad” li navbera navenda navkiya Netenz û Îsfehanê eşkere kir.
Pêka vê raporê, yekem nîşaneyên avakirina vê bînayê ku li berpaniyeke derdora 49 kîlometrên 2cî de hatiye avakirin, li destpêka meha Decembera 2025ê de hate dîtin û wêneyên esmanî yên tomarkirî li 24ê Çiriya Paşîn, didin xuya bi lezgînîyeke zêde hatiye avakirin.
Karnasên vê danezraweyê dane zanîn ku parastina berfireh a vê navenda cihê şik û gumanê dide xuya ku bi armanca serbazî hatiye avakirin, lê hêj xuya nîne ku dê cihê sîstemên mûşekan be an cihê cebilxaneyên din.
Damezraweya Zanist û Ewlehiya Navnetewî ya Amerîkayê, ragihand ku dûr nîne ev avahiyên binerd pêwendî bi bernameya navkî ya rêjîmê ve hebin