Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştgiriya xelkê Kurd ji bo parastina Herêma Kurdistanê; hewldanên siyasî ji bo çareserkirina nakokiyên Hewlêr û Bexdayê

15:14 - 27 Çirriya paşîn 2026

Xelkê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê bi yekdengî piştgirî û hevsoziya xwe ji bo parastina pêkhateya Herêma Kurdistanê nîşan dide. Di nav van helwestan de, tekez li ser vê yekê tê kirin ku pêkhateya herêmê, ax û zimanê dayikê serweyî hemû nakokî û rexneyên navxweyî ne.

Di heman demê de, hewldanên siyasî û dîplomatîk yên Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina aştiyane û destûrî ya nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de berdewam in. Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hewl didin helwestên xwe nêzî hev bikin, da ku beşdarî civîna neteweyî ya Îraqê bibin. Tê pêşbînîkirin ku ev civîn di 1ê Kanûna Yekem a 2026an de, di bin serperiştiya Fayiq Zeydan de, pêk bê.

Di çarçoveya van hewldanan de, şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê bi serokatiya Hişiyar Zêbarî li Bexdayê çend hevdîtin bi serokên Çarçoveya Hevahengiyê û Serokê Perlimana Îraqê re pêk aniye. Serokên Çarçoveya Hevahengiyê ragihandine ku ew rê nadin nakokiyên heyî bigihîjin asta leşkerî û çareserkirina wan bi rêya diyalogê bi hewce dizanin.

Ev hewldanên siyasî di demekê de tên kirin ku biryarên Bexdayê derheq vegirtina dergehên sînorî û kontrolkirina hinardekirina neftê nîgeranniyên kûr li Herêma Kurdistanê derxistine holê.

Li gorî hin şîrovekirinên siyasî, ev gav dikarin ji çarçoveya têkoşîna li dijî gendelî û qaçaxçîtiyê nîne û dibe sedema lawazkirina desthilat û otonomiya Herêma Kurdistanê. Di heman demê de, nîgeranî li ser egera destdirêjiyê û hewldanên ferzkirina serweriya navendî li ser pêkhateya herêmê jî zêde dibin.

Di vê rewşê de, yekdengiya gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û hewldanên siyasî ji bo çareserkirina nakokiyan bi rêya diyalogê, wek du aliyên girîng yên parastina pêkhateya Herêma Kurdistanê û mafên gelê Kurd tên dîtin.