Pêka dawî raporên belavbûyî nirxa Dolar li bazara Têhranê de heta 296 hezar û 500 Tumenî bilind bûye û ev nirx bi lezgînî li navbera 294 hear tumenî heta 295 hezar tumenî diguhere û xuya nîne dê heta çi astekê bilind bibe.
Pêka wan raporan nirxa Dolarê Amerîka li roja derbasbûyî de bi rêjeya 10 hezar û 200 Tumenî bi nişkê ve bilind bû lê li destpêka roja Pêncşemî 26ê Çiriya Paşîn 900 Tumen daket.
Nirxa Dolarê Amerîka bi pêka heftiya derbasbûyî, %8.4 û pêka 6 heyvên derbasbûyî %72.86 bilind bûye.
Bi pêka bilindbûna nirxa Dolar li Îranê nirxa hewcehiyên xelkê jî bi nişkê ve bilind dibe û hem bo kiryar û hem bo firoşyar pirsgirêk hêj zêdetir dibin, necihgîrbûna nirxa hewcehiyan, bazar sekinandine û bi daketina şiyana kirîn a xelkê, givaşa bo ser aboriya xelkê gihîştiye asta herî bilind û xuya jî nîne heta çi astekê aboriya xelkê dê taba wan givaşan bîne.