Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiya 5 medyayên herêmî li Îlamê piştî rexnekirina parêzgar hate rawestandin

13:45 - 26 Çirriya paşîn 2026

Pênc medyayên herêmî li parêzgeha Îlamê ragihandin ku bi fermana dozgeriyê çalakiyên wan hatine rawestandin. Li gorî gotina berpirsekî van medyanan, ev biryar piştî rexnekirina karûbarên parêzgarê Îlamê derbarê bûyera wergerîna otobusa karkerên kompanyaya petrol û gazê de hatiye dayîn.

Medyayên "Îlamban", "Îlamiyan", "Dunyaya Îlam", "Exbarê Nab" û "Mutalebe-gerên Parêzgeha Îlamê" roja Çarşemê 4ê Sermawezê li ser kanalên xwe yên Telegramê eşkere kirin ku bi biryara rayedarên dadweriyê, çalakiyên wan heta demeke nediyar hatine sekinandin.

Secad Seydî, berpirsê giştî yê "Îlamban"ê, ji malpera "Dîdeban Îran" re diyar kir ku fermana rawestandina van pênc medyanan ji aliyê dozgerê navenda parêzgehê ve û bi rêya pêwendiya telefonî ya Polîsê FETA ve bi awayekî devkî ji wan re hatiye ragihandin. Herwisa ji wan hatiye xwestin ku nûçeya rawestandina xwe belav bikin û ji weşandina nûçeyên nû dûr bikevin.

Sedema vê biryarê bi rexneyên medyayên herêmî li ser helwest û gotinên Ehmed Keremî, parêzgarê Îlamê, piştî bûyera wergerîna otobusa karkerên NGL ya Dêhloranê ve girê da. Hin medyanan gotinên parêzgar ên derbarê dermankirina birîndaran de wekî "şoweke popûlîst" bi nav kiribûn.

Li aliyê din, dadgeha Îlamê ragihand ku li dijî rêveberên çend malperên nûçeyan bi tometa "belavkirina nûçeyên derew ji bo têkdana raya giştî" doza yasayî hatiye vekirin.

Hêjayî gotinê ye ku di encama wergerîna otobuseke karkerên petrol û gazê yên Dêhloranê de 13 kesan canê xwe ji dest dabûn û piştî bûyerê li bajarê Avdananê xwepêşandanên nerazîbûnê hatibûn lidarxistin.