Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çima em bi farsî dinivîsin?

23:27 - 26 Çirriya paşîn 2026

N. Hemîd Çepatî

 

Dema kesek twîtekê dinivîse, storiyekê parve dike yan jî postekê datîne, beriya her tiştî hizir li wê yekê dike ku bê dîtin. Dîtin di vê çarçoveyê de tê wateya ku xelk naverokê bixwînin, jê têbigehin, li ser biaxivin û nivîser bi xwe jî hest bike ku gotara wî cihê xwe girtiye û hatiye bihîstin. Ev daxwazeke mirovî û civakî ye û ti kêmasî an şermek tê de nîne.

Pirsgirêka sereke ji wê derê dest pê dike ku ev heza dîtinê, me ber bi zimanekî ve dibe ku ji bo me bûye zimanê perwerde û saziyên fermî, ne ew zimanê dayikê ku li mal û kolanan em pê diaxivin û em pê mezin bûn. Gelek ji me, li şûna ku bi kurdî binivîsin, bi farsî dinivîsin. Ev hilbijartin carinan ji ber adetê ye, carinan ji ber hestkirina bi kêmasî û neşarezatiya di nivîsîna kurdî de ye, û di piraniya rewşan de jî li ser bingeha hesabekî pratîkî û hejmarî ye: hejmara xwendevan û temaşevanên farsî pir zêdetir e.

Ev hesabê hejmarî ji aliyê rastiyên civakî ve bêbingeh nîne. Sîstema perwerdeyê, medyaya giştî û înternet, farsî wekî zimaneke berbelav û li ber dest pêş xistiye ku beşeke mezin a civakê dikare pê bixwîne. Kesê ku bi kurdî dinivîse, baş dizane ku qada xwendevanên wî sînordartir e, dibe ku hinek alfabeyê nizanibin, hinek di xwendina kurdî de ne şareza bin, û hinek jî li naverokekê bigerin ku bêyî astengiya zimanî bilez jê têbigehin. Di vê rewşê de, nivîsîna bi farsî weke rêyek xuya dike ku kêmtir berxwedan û astengî li pêşiya wê hene, û nivîser bawer dike ku bi rêya zimanê serdest peyama wî zûtir û bi bandortir digihêje.

Lê belê, ev pratîk encameke bêdeng, kûr û zirardar li pey xwe dihêle. Ziman ne tenê amrazeke veguhestina peyamê ye, di zanîn û felsefeya ziman de, ziman çarçoveya têgihiştin, kategorîzekirin û hizirkirina me ye. Dema ku em bi salan bi zimanek ji bilî zimanê dayikê bifikirin, binivîsin û gengeşeyan bikin, hêdî hêdî têkiliya me ya kûr bi zimanê dayikê re lawaz dibe. Kurdî ji bo gelek kesan vediguhere zimanê axaftinên rojane yên malê, henekan û merasîmên civakî, lê nîqaşên giran, lêkolînên zanistî, fikrî û siyasî ber bi farsî ve tên veguhastin. Ev dabeşkirina kar a zimanî di destpêkê de bêziyan xuya dike, lê di dirêjahiya demê de ziman ji qadên bilind ên hizirê dûr dixe. Zimanek ku kêmtir ji bo analîz û fikra kûr bê bikaranîn, di afirandina têgeh û termînolojiya nû de sist dibe û nifşê nû, heta di derbirîna hest û êşên xwe yên kûr de jî, rastî valahî û kêmasiyan dibin.

Ev diyardeya ne tenê pirsgirêkeke takekesî ye, belkî xwedî rehendeke kûr a civakî û çandî ye. Dema ku beşeke berçav a rewşenbîr û nivîskarên civakekê berhemên xwe bi zimaneke din binivîsin, qada giştî û nîqaşên stratejîk dikevin bin bandora wî zimanî. Heta şêwaza dîtin û şîrovekirina bûyeran jî ji nêrîna wî zimanê serdest bandor dibe. Di wêje û rexneya çandî de, ev rewş weke dagîrkirina hizir (hegemoniya zimanî-fikrî) tê pênasekirin, ku mirov heta dema behsa êş û pirsgirêkên xwe yên xwemalî jî dike, bi berçavk û pîvanên derve li wan dinêre.

Bêguman, nayê gotin ku berpirsiyariya vê rewşê bi tevahî li ser milê nivîseran e an jî tenê ji ber xemsariyê ye. Di zanista ziman de, şiyanên zimanî bi awayeke cuda tên bidestxistin: mirov guhdarîkirin û axaftinê bi awayeke xwezayî di nava malbatê de fêr dibe, lê xwendin û nivîsîn, bi taybetî nivîsîna zanistî û rêkûpêk, pêdivî bi perwerdeya fermî, dibistan û zanîngehê hene. Sîstema perwerdeyê û siyasetên zimanî li vir roleke yekalîker dilîzin. Zarokek ku ji destpêka temenê xwe ve tenê bi zimanê farsî xwendiye, xwezayî ye ku di nivîsîna kurdî de zehmetiyê bibîne. Kêmbûna çavkanî û pirtûkên standard, nebûna derfetên pratîka nivîskî û kêm nirxandina fermî ya ziman, hemû bi hev re vê rewşê ava dikin. Ji ber vê yekê, ev kêşe berhemê têkiliyeke hevbandor a di navbera takekes û pêkhateya civakî-perwerdehiyê de ye.

Lê dîsa jî, pêkhate û sîstem ji kiryar û hilbijartinên rojane yên mirovan pêk tên.

Her car ku nivîskarek dibêje «ez bi farsî dinivîsim ji ber ku xwendevanên wê zêdetir in», bi zanîn be an nezanîn, beşdarî wê yekê dibe ku qada xwendevanên kurdî sînordar bimîne. Ev rewş bûye çerxeke bêdawî: ji ber ku kêmtir bi kurdî tê nivîsîn, xelk kêmtir fêrî xwendina wê dibin, û ji ber ku kêmtir tê xwendin, kêmtir kes bi kurdî dinivîsin. Şikandina vê çerxê pêdivî bi hewldaneke hişmendane, sebir û qurbanîdana demê heye. Di qonaxa destpêkê de dibe ku xwendin û dîtina nivîser kêmtir bibe û pêvajo dijwartir be, lê ev gav ji bo vejandina ziman pêwîst e.

Ti rêbazeke efsûnî û bilez tune ku vê rewşê di şevekê de biguherîne, lê dikarin model û rêbazên afirîner û pratîkî bên bikaranîn. Bo mînak, nivîsîna duzimanî ya stratejîk: nivîsandina teksta bingehîn bi kurdî û danîna kurteyek an wergerandineke wê bi farsî li kêleka wê. Herwisa, çêkirina naverokên resen, kûr û balkêş bi kurdî ku bixwe xwendevan bikişîne. Pêşketinên teknolojîk, texteklîlên kurdî yên standard û ferhengên dîjîtal îro nivîsîna kurdî li gorî berê pir hêsantir û berdesttir kirine.

Ji her tiştî girîngtir, guhertina nêrîna me ye. Nivîsîna bi kurdî ne tenê erika neteweyî ya giran an erkekî neçarî ye, di heman demê de hesta xweş a wê yekê ye ku mirov bi zimanê xwe bifikire û biafirîne. Ger kurdî tenê ji bo gazinde û gilîkirinê bê bikaranîn, zû yan dereng xwendevan jê dûr dikevin. Lê dema ku wêje, çîrok, gotarên rexneyî, henekên zindî û nîqaşên zanistî û civakî pê bên nivîsandin, ziman dînamîzma xwe ya xwezayî bi dest dixe.

Di encamê de, hilbijartina zimanê nivîsînê biryareke bêbandor û bêalî nîne. Her car ku em pênûs digirin destê xwe yan li ser bişkokên texteklîlê dinivîsin, em ber bi yek ji du arasteyan ve diçin: yan em alîkariya paşguhxistin û lawazbûna zimanê dayikê dikin, yan jî em qadê ji bo man, pêşketin û berdewamiya wî ava dikin. Kes îddia nake ku ev rê hêsan e, lê zimanek ku gelek nifşan ji bo parastina wê ked û bedel dane, bi temamî hêjayî wê yekê ye ku em bi sebir, zanîn û berpirsiyarî ji bo pêşeroja wê bixebitin.