N. Serbest Urmiye
Nan di jiyanê de tenê hewcehiya xwarinê nine, nîşaneya ewlehî, rûmet û mafê mirovan e di asta herî kêm de ji bo dabînbûna mafê jiyanê. Dema ku civakek ji bo dabînkirina pêdiviyên xwe yên herî bingehîn bi metirsiya sînordarkirin û dabeşkirinê re rû bi rû dibe, êdî mijar ne tenê mijareke aborî û îdarî ye, belku divê li dor kêrhatîbûna desthilatê, berpirsiyariya siyasî û hewlên desthilatê bo dabînkirina jiyana gelê were gotin.
Siyaseta diyarîkirina pişka nan, heke bibe sedema sînorkirina gel ji bo dabînkirina hewcehiya here sereke ya jiynê,civakê ber bi rûyê vê pirsê dike ka gelo çawa dibe welateke xwediyê çavkaniyên xwezayî, kderfetên herî zêde yên çandiniyê û hêza mirovî ya berfireh, gihîştiye wê qonaxê ku dabînkirina nanê rojê bo welatiyên yê dibe pirsgirêkeke ewlehiyê?
Di rewşeke wiha de, valahiya di navbera rastiya jiyana mirovan û gotara fermî ya civak û desthilatê de zêdetir derdikeve. Mirovên ku dijwariya rewşa jiyanê ji bo dabînkirina xwarinê bibîne û pirsên weke zêdebûna bihayan, kêmbûna hêza kar û xebatê gefê li jiyana wan bike, li hember desthilatekê radibe ku krîza hindur înkar dike û dixe sitûyê hegerên bîhanî û derveyî berpirsiyariya pergala rêveberiya welat.
Eva rast ew pirse ye ku dibe semem ku mirov bikare ji têgeha desthilata înkarkirinê bêtir fêm bike, pirsek ku li şûna bersîvdayîn û eşkere bûna koka tevlîhevî û krîzan de, dibe pirsa ewlehî û parastina desthilatê.
Desthilata înkarkirin, înkarkirina rastiyê li şûna berpirsiyariyê
Yek ji taybetmendiyên nerênî yên rêveberiyê di heyamê qeyranê de, valahiya di navbera ezmûna welatiyan û gotar û ragihandina fermî ya desthilatê de ye. Dema ku nûçeyên derbarê parvekirin û sînordar kirînê de belav dibin, basa hişmeniyê di ware mifah wergirtinê de tê kirin û dema ku gel loma ji zêdebûna biha û xerca jiyanê dike, berpirsiyarên hikûmetê qala alîkariyên aborî û diyarikirina asta bihayên hewcehiyên jiyanê dikin. Dema ku metirsî li ser rewşa jiyanê û nîgeraniya giştî zêde dibe, bedel bersiveke zelal û hûr û gir kirina biryaran, li ser pilaneke hejî ji bo mifahwergitina bi wec tê israr kirin.
Wateya desthilta berpirsiyar ne ew e ku dewlet çi carî bi krîzê re rû bi rû nebe. Ev yek tê vê wateyê ku dema ku krîz derdikeve, agahiyên rast û zelal bide gel. xwedî biryarên xwe derkeve û li hember encamên wan de berpirsiyar be û bersivdê bide.
Nan, pirsa girêdayî bi rûmeta mirov
Nan tenê tiştekî aborî nîne؛ ew rasterast bi rûmeta mirovî ve girêdayî ye.
Civakek ku welatiyên wê ji bo kirîna xwarina rojê ber bi rûyê diyarikirina pişkê, kart, sînordarkirinê û hesabên tevlihev ên îdarî dibin, kêmasiyeke mezin di jiyan û jiyana civakî ya xwe de tecrûbe dikin. Mafê têrkirinê û xwarina hêjayî jiyana gel yek ji bingehên mafên aborî û civakî yên mirovan e û erkê dewletan e ku rewşeke wiha pêk bînin da ku çu kes ji ber xizanî û bêkariyê ji dabînkirina xwarina hewce bêpar nemîne. Di vê alî de, pirsa sereke ne ew e ku her kes di rojê de çend nan dixwe, pirsa bingehîn ev e ka çima di welatekê de ku xwediyê wan hemû derfetan e di her aliekê de, dibe ku xwarina welatiyan bi pirsa ewlehiyê ve were girêdan. Çima dibe ku siyaseta aborî di cihê ku di xizmeta jiyaneke baştir bo gel de be, nanê ser sifrê û jiyana gel bike parsenga rêkxistina hevsengiya hesabên aborî yên hikûmetê?
Dema ku dewlet nikare nanê gel dabîn bike, lê hewl dide rastiya birçîbûna wî înkar bike, êdî pirsgirêk tenê kêmbûna nanê nîne؛ pirsgirêk kêrnehatîbûna desthilatê û qeyrana meşrûiyetê ye di navbera gel û desthilatê de.