Wezareta Derve ya Îtalyayê ragihand ku di 26ê Mijdara 2026an de, du karmendên çek û teknolojiyên leşkerî ya «Raynmêtal» li Kuweytê, di encama êrîşeke dronî de canê xwe ji dest dane. Êrîş di dema ku karmend sîstima parastina esmanî ya «Skyguard» çêdikirin hatiye kirin.
Seûd Etwan, Berdevkê Wezareta Parastinê ya Kuweytê, êrîş wekî destdirêjiya Îranê binav kir û ragihand ku di encama wê de, welatiyekî Kuweytî û welatiyekî Pakistanî birîndar bûne.
Di hemberî vê de, Ebas Îraqçî, Wezîrê derve yê Komara Îslamî, di pêwendiyek telefonî de bi hevtayê xwe yê Îtalî, Antonio Tajani re, serxweşiya xwe ji ber mirina du welatiyên Îtalî ku di encama vê bûyerê de canê xwe ji dest dane, anî ziman û careke din her cure pêwendiyek Îranê bi vê êrîşê red kir.
Îraqçî herwisa ragihand ku Tehran amade ye bi hikûmetên Kuweyt û Îtalyayê re hevkariyê bike, da ku çavkaniya bûyerê bê zelalkirin û hemû aliyên wê bên lêkolîn.
Êrîşê ku berpirsên Kuweyt û Îtalyayê bi Îranê ve girê didin, ji bilî mirina du welatiyên Îtalî, bûye sedema birîndarbûna du kesên din jî.