Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dadgeha Amerîkayê şirketa Huawei li ticareta digel Îranê bi tawanbar nas kir

13:50 - 26 Çirriya paşîn 2026

Dadgeha New York a Amerîkayê, şirketa “Huawei” bi tohmeta xapandina bankan li derheq ticareta xwe li Îranê û hebûna pîlan bo dizîna nihêniyên ticarî ji şirketên Amerîkayê, bi tawanbar nas kir, proseya dadgehîkirinê li heyama 2 mehan de bi dadweriya çendîn dadweran û zêdetir ji 60 şahid û parêzerên 15 şahidan bi rê ve çoye.

Dadgeha Federal a Buroklînê şirketa “Huawei” li 10 xalên 12 tohmetan de ên wek xapandina bankî, binpêkirina dorpêçan û dariştina pîlan bo diziya nihêniyên ticarî bi tawanbar nas kir. Hêj xuya nîne ku şirketa Huawei dê rastî çi sizayekê bê û biryar le li 23ê meha Xermanan a sala 1406 a Rojî de “An Denlî” dadwera deverî ya Amerîkayê dê biryarê li ser bide.