Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kiryarên hovaneyên rêjîmê û azardana xelkê li Belûçistanê berdewam e

10:02 - 7 Çirriya paşîn 2026

Tevî rewşa dijwar a jiyana xelkê Belûçistanê hêzên hov ên rêjîma Îranê bi kiryarên hov û azardana xelkê, vê dijwariyê hêj zêdetir dikin, gulle bi ser xelkê de reşandine û li xalên vekolînê de bi zorê bacê ji xelkê distînin.

Pêka rapora Halveşê, li demjimêrên şevê 5ê Çiriya Paşîn, hêzên hov ên rêjîmê li xala vekolînê a bajarê Mêhrîzê li parêzgeha Yezdê de bê agehdarkirina berê gulle bi ser maşîna malbateke Belûç de reşandin û 4 endamên vê malbatê bi tundî birîndar kirine ku yek ji wan li nexweşxaneyê de canê xwe ji dest daye.

Pêka vê raporê “Ebdulqadir Xarkoyî” û hevjîma vî û zarokên wan ên cemik yên 10 salî, xelkê bajarê Zahidanê bi tundî birîndar bûne û “Ebdulqadir Xarkoyî” bi sedema berketina zêdetir ji 15 gulleyan û vergeriyana maşîna wan, li nexweşxaneyê de canê xwe ji dest daye.

Ji aliyê din ve hêzên rêjîmê li bajarên “Serbaz û Rask”ê de li xalên vekolînê de tevî azardana xelkê, bi zorê bacê ji xelkê û ajotvanan distînin û diraf û kelpelên wan ên wek xwarinan û hewcehiyên din ji wan distînin.

Herwisa termê hevwelatiyekî Belûç ê bi navê “Îsmaîl Mensûrî”, xelkê gundê bajarê Serawanê ji aliyê kesên nenaskirî ve li mala vî de hatiye kuştin û piştre termê vî bo derdora Kehnûkê hatiye veguhastin û bikuj û sedema kuştina wî bi nerohnî maye.