Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêla girtina li Kurdistanê zêdetir bûye û qedera çend girtiyan xuya nine

10:24 - 7 Çirriya paşîn 2026

Li gorî nûçeyên ku ji hêla saziyên mafên mirovî yên wekî Hengaw û Kûrdpayê ve hatine belavkirin, di van rojên dawî de li bajarên Rojhilatê Kurdistanê pêla girtinên bêsedem û xweserane zêde bûye. Di vê çarçoveyê de, qedera çend welatiyên kurd ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine girtin, hê jî nayê zanîn.

Hate ragihandin ku Diyar Ebrûn ê 23 salî yê xelkê Pîranşarê, di encama serdegirtina mala xwe de bi awayekî tundûtûj û bêyî nîşandana biryara dadgehê, ji aliyê hêzên îtilaatê ve hatiye girtin. Herwisa Saman Dehnad ê xelkê Pîranşarê û rûniştvanê Mihabadê jî bi heman awayî hatiye girtin.

Welatiyekî din ê bi navê Siyawêş Bapîr ê xelkê Bokanê jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin. Hate diyarkirin ku ev her sê welatî çend roj in hatine binçavkirin û tu agahî ji ciyê ragirtina wan tune ye. Herwisa malbatên wan radigihînin ku ew ji her cure mafên parêzeriyê, hevdîtin û têkiliya bi malbatan re bêpar hatine hiştin. Saziyên mafên mirovan nîgeranê rewşa van girtiyan in.