Li gorî nûçeyên ku ji aliyê medyaya navneteweyî û herêmî ve hatine belavkirin, serokkomarê Amerîkayê Donald Tiramp ragihand ku artêşa welatê wî li dijî Îranê êrişên "sînordar" encam dane. Tiramp da zanîn ku di vê operasyonê de pergaleke parastina esmanî ya Îranê hatiye armancgirtin û tekez kir ku operasyon di demeke pir kurt de nêzîkî 5 heta 15 deqeyan bi serkeftî hatiye cîbicîkirin.
Li aliyê din, çavkaniyên nûçeyan yên mîna Tesnim ku ya rêjîma Îranê ye ragihandin ku li girava Qeşmê û bajarê Bender Xemîrê dengê teqînan hatiye bihîstin. Li gorî zanyariyên destpêkî û şahidên li herêmê, du mûşek li devera Sûzayê ya li girava Qeşmê ketine.
Herwisa nûçeyên navxweyî yên Îranê diyar kirin ku di encama van êrişên li devera operasyonê ya başûrê welat de, endamekî hêzên Besîc ê bi navê Mehdî Mihemedzade hatiye kuştin. Karbidestên Amerîkî destnîşan dikin ku piraniya sîstema berevaniya esmanî yên Îranê berê hatibûn rawestandin û Îran hewl dide van avahiyên leşkerî ji nû ve ava bike.