Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveçûna semînarekê li parlemana Norwêjê derheq bi mafên Kurd

10:08 - 7 Çirriya paşîn 2026

Li parlamentoya Norwêjê, bi hevkariya çend saziyên kurdî û komîteya parlamenê ya Partiya Kedkaran a Norwêjê, semînareke siyasî û çandî derbarê mafên Kurdan de hat lidarxistin.

Di semînarê de ku bi bêxêrhatina Paktaw Hacîpûrî dest pê kir, rewşa penaberên kurd, tevlîbûna wan a bi bazara kar û mafên mirovan li Rojhilatê Kurdistanê hatin gotûbêjkirin. Dilêr Xurşîdî bi nûneratiya wan rêxistinan behsa dîroka xebata gelê Kurd kir û bal kişand ser rewşa zehmet a penaberên kurd ên li Başûrê Kurdistanê ku piştî êrîşên Îranê neçar bûn cihê xwe biguherînin.

Herwisa şêwirmendê siyasî yê Partiya Kedkaran Magnûs Bjornbak li ser siyaseta derve ya Norwêjê ya ji bo parastina mafên mirovan axivî. Di dawiyê de, Serokê Grûpa Partiya Kedkaran a Osloyê Marth Sçarning Lund û berbijêrê şaredariyê Ebdulah Elsabîg jî li ser rola rêxistinên kurdî gotinên xwe pêşkêş kirin.