Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Leyîzekî werzişî jî dibe hêcet bo xurtkirina hesta netewî

10:16 - 7 Çirriya paşîn 2026

Di dawiya hefteya borî de, li bajarê Urmiyê li Rojhilatê Kurdistanê, di navbera tîma futbolê ya Ronahiyê ya Urmiyê û tîma Şaredariya Gûgtapê ya Mehabadê de pêşbirkeke giring û fermî ya futbolê hat lidarxistin.

Ev lîstik ne tenê wekî pêşbirkeke werzişî, belkî wekî dîmeneke herî bedew a yekîtî, biratî û yekrêziya neteweyî ya gelê Kurd hate tomarkirin ku bala her kesî û bi taybetî bala temaşevanên leyîzê li stadyomê de kişand ser xwe.

Li gorî nûçe û peyamên ku ji aliyê welatî û çalakvanan ve hatine giheştine dest me, bi hezaran alîgir û temaşevanên her du tîman berê xwe dan stadyûmê. Welatiyên Urmiyê pêşwaziyeke gelekî germ û bi coş li lîstikvan û alîgirên bajarê Mihabadê kirin.

Di dema lîstikê de, temaşevanan bi hevre dirûşmên wekî "Bijî Urmiye", "Bijî Mihabad" û "Urmiye Kurdistan e" qîriyan. Ev yek nîşaneya zelal a wê yekê bû ku tixûbên bajarî nikarin bandorê li ser hestên neteweyî û kûr ên gelê Kurd bikin.

Tevî ku di encama lîstikê de tîma Gûgtapeya Mihabadê serketî bû, lê alîgirên Urmiyê bi awayekî pir birûmet pîrozbahî li tîmê kirin û ev helwest bû sedema kêfxweşiyeke mezin di nava civakê de.

Ev çalakî û tevgerên çandî û werzişî dikarin binesaziya yekîtiya herêmên cuda yên Kurdistanê xurtir bikin.

Çend rojan berî hinge jî werzişvan û alîgirên tîma Fûtbalê a Mihabadê, pêşvaziyekî hevşêve ji tîma futbala Bêiseta Kirmaşanê kiribûn, ev yêk ji bilî bilindbûna çanda gelê me dide xûya, li heman demê de ruhê bilinde netewî û yêkitiya netewî jî bihêz dike û dilxweşî û hiviyê digeşîne.