Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

205’mîn dewreya seretayî a Pêşmerge bidawî bû

15:11 - 8 Kanûna Paşîn 2013

Kurdistanmedia: Rê û resma 205’mîn dewreya destpêkî a Pêşmerge li Fêrgeha Siyasî – Nîzamî a PDK Îranê birêve çû.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, merasîma han, 7’ê Çileya Paşîn a 2013’an bi beşdariya rêzdar “Dr. Mîro Elî Yar” Endamê Deftera Siyasî a PDK Îranê û hejmarek ji endamê rêberaiya partiyê û Kadr û Pêşmerge û Malbatên wan, di hola Fêrgeha Siyasî – Nizamî a komîsiyûna Perwerdê, de birêve çû.

Rê û resm bi xwendina sirûda netewî a “Ey Reqîb” dest pêkir.


Paşan Dr. Mîro Elî Yar ” Endamê Deftera Siyasî a PDK Îranê, peyamek bi vê helkewtê pêşkêş kir.

Dr. Mîro li peyama xwe de axivî: rejîma Îslamî a Îranê 33 sale bi hemî hêz û îmkanate xwe hewla vê yekê dawe ku lawên Kurd li siyasetê dûr biket û hesta netewayetiya Ciwanên Kurd lawz û li hemberî çarenûsa netewa xwe kêmsariyê biken. hest bi berpirsayetiyê neken û li xebata rizgarîxwazî a gelê xwe de beşdarîyê neken, lê rejîm qet serkevtî nebûye. raste ku tê gotin , pêşmerge baska bihêz a gelê xweye û parêzerê kirameta miletê xwe ye.


Di Beşa duyem a rê û resmê de beşdarê dewreya seretayî a Pêşmerge, sirodek bi nave “Ez pêşmergê Kurdistanê me” xwndin û paşan rapora fêrgehê jî ji aliyê mamostayê fêrgehê ve “Budaq Budaqî”, hat xwendin.
Pişt re Helbestek bi nave “Azadî” ji aliyê “Daniyal Seîdî” beşdarê dewrê hat xwendin. Li dirêjîya rê û resmê de peyama dewreya 205’ê a seretayî a Pêşmerge ji aliyê “Silêman Ehmedî” hat xwendin.

Di navbirrên rê û resmê de çendîn stran bi zaraweyên cur bi cur ên Kurdî ji aliyê hunermend “Qulam Fatihî” û “Ehmed Hemereş”û beşdarên dewreyê ve hatin pêşkêşkirin.