Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

22 sal ji ser serkuta xwenîşandanên 3ê Reşeme ya xelkê Rojhilatê Kurdistanê re derbas dibe

19:16 - 21 Şibat 2021

Li 3ê Reşemeya sala 1377an a Rojî, piştî binçavkirina Rêberê (PKK)ê, “Ebdullah Ocalan”, xelkê Rojhilatê Kurdistanê bona nîşandana bêzariya xwe ji wê kiryarê, hatine ser şeqaman.

Piştî gefxwarina Tirkiyê li Sûriyê, rejîma Sûriyê “Ebdullah Ocalan” ji Sûriyê derxist û piştî çûna navbirî ji Îtaliyayê ber bi Kênyayê ve, di wir de hate binçavkirin û bo Tirkiyê hate veguhastin.

Ew kiryare bû sedema tûrebûn û bêzariya gelê Kurd bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê, di destpêkê de dest bi xwenîşandanan kirin û bi lezgînî şêwaza xwenîşandanan ber bi nerizayetînîşandan li dijî rejîma Îranê ve guherî û xelkê bi dijî rejîma Îranê silogan dan.

Xwenîşandanên nerizayetî li bajarên “Sine, Seqiz, Urmiye, Nexede, Şino, Mako, Kamiyaran û Tehran û …hwd” de hatine lidarxistin û xwîna bi 10an welatiyên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hate rijandin û bi 100an kes jî birîndar kirin û hejmareke gelek zêde jî binçav kirin û bo girtîgehan veguhastin.

Di bajarê Sinê de, nêzî 30 kes di wan xwenîşandanan de ji aliyê rejîma Îranê ve hatine şehîdkirin ku zêdetirin hejmara şehîdkirinan li bajarên Rojhilatê Kurdistanê bû; Çendîn kes heta niha jî bêserûşûn in û qedera wan xuya ye.

Herwisa li bajarê Urmiyê jî, di xwenîşandana xwendkaran de çendîn kes şehîd û birîndar bibûn.

Beşdariya jinan di wan xwenîşandanan de berçav bû û li ser şeqaman, li dijî rejîma Îranê silogan didan.

 22 sal li ser wê tawana rejîmê re derbas dibe û xelkê Kurdistanê, pêdegirtir ji caran, daxwaza mafên xwe yên rewa dikin û wê rejîmê bi sebebkarê hemû rojreşiyan dizanin.