Şêwîrmendê Wezîrê Hundir yê rejîma Îranê, “Rûhullah Cum`eyî” gotiye: “%23 a kuştiyên nerizayetiyên meha Xezelwera sala 1398an li nêz ve, gulle bi serê wan dabûn”.
Berpirsên rejîma Îranê her yek bi awayekî cuda bas li nerizayetî û şêwaza serkuta wan neraziyan dikin.
Wezîrê Hundir yê rejîma Îranê, “Ebdulriza Rehmanî Fezlî” li meclîsa rejêmê de li derheq xwenîşandanên nerizayetî li sala 1398an de dabî zanîn ku razî nîne dilopeke xwîn ji difina kesekî birije, lê wan bûyer vedigerine ser sedema taybet ku ew der, cihê baskirinê nîne.
Nûçegihaniya “Reuters”ê li rapora li derheq kuştina xwenîşanderên sala 1398an îşare bi kuştina zêdetir ji hezar û 500 kesan kiribû ku ji wê amarê, 130 kes ji wan kuştiyan ên xelkê bajarê “Mahşehr” li parêzgeha Xûzistanê bûne ku ji aliyê hêzên serkutkere rejîmê ve bi awayê rasterast, gulle li ser wan reşandibûn.
Piştî derbasbûna zêdetir ji salekê ji xwenîşandana nerizayetî li meha Xezelwera sala 1398an, heta niha berpirsên rejîma Îranê ti rohnkirinek li wê derheqê de nedane û bi tenê carekê, berpirsê Komîsiyona Ewlehiya Millî yê rejîmê, “Mucteba Zulnûrî” gotibû: “Li wê xwenîşandanê de 230 kes hatine kuştin”.