Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

24’ê Reşemê destpêkek nû di xabata jinên Kurdistanê de

15:09 - 1 Nîsan 2013

Îlham Çayçî
Avakirina Rêkxirawa Jinan li serdemê Komara Kurdistanê de, wek yek ji rûpelên bi çirûsk û geşê li dîroka kurt a Komara Kurdistanê tê hesibandin, ku ne tenê ji hêla jinan ve, belkû ji hêla tewaya tex û qatên civala Kurdistanê ve wek şanaziyeke serdemê komara Kurdistanê tê hesibandin.
Avakirina Yekîtiya Jinên Demokrat ên Kurdistana Îranê di vî warî de pirr giring e ku di vê serdemê de ne tenê hejmara wan jinên ku dikarîn di qada siyasî a Kurdistanê de bandor hebin, ji tiliyên destan derbaz nedibûn, belkû civaka Kurdistanê bi taybetî jin piranî nexwendewar bûn, û ji aliyek din ve di nav lepê kevneşopiyên serdestiya mêr de mabûn û nedikarîn tu guhertinekê di rewşa xwe ya heyî de pêk bînin. Lê bi avakirina Komara Kurdistanê û hilbijartina Pêşewa Qazî Mihemed wek serkomarê Kurdistanê, hêvî û baweriyê di nav dilê civakê û bi taybetî jinên Kurdistanê de çilo da, û bi avakirina YJDK wek yekemîn deskevt ji bo jinên Kurdistanê, jinên Kurd bi piştevaniya avakerên Komara Kurdistanê û malbata Qazî Mihemed, wek hevjîn û keçên wî ku li avakirina YJDK de rol hebûn, bo yekemîn car di gel çalakioyên çandî û siyasî nasyar bûn, û bi bihurîna demê, bi çalakiyên di vê rêkxirawê de ji giringiya xwendin, perwerdehiyên curbicur, jêhelbirina hişyariya siyasî, û nasyariya di gel mafên mirovî hesiyan, û li encam de pê danîne nav qada siyasetê de.
Her di vê rasteriyê de Pêşewa rê da hevjîn û keçên xwe da ku li YJDK de kar bikin û bi sedema hitbara zêde ya Pêşewa di nav xelkê de, û giraniya kesayetiya wî ya mesebî û siyasî, hitbar li navbera YJDK û mêran de jî pêk hat, û jinan karîn bi hêsanî herne nav refên YJDK de.
Herçend xebata jinan zêdetir ji sedsalekê ye ku dom dike, lê jin li wan sê dehikên deshilatdariya rejîma Komara Îslamiya Îranê de di nav êş û zehmetî û zexta her zêde de ne. Ew zext û givaş di astekê de ye ku jin neçar dibin welat bi cih bihêlin û rû bikne derveyî welat û li nav refên partî û saziyên siyasî de cih bigrin da ku bi vî awayî bikarin bigîjin mafên xwe. Tevgera jinan li hemberî wan hemû bêedaletiyan de her zindî ye û ew zindî bûn bi awayên curbicur xwe di nav mal, zanîngeh, û cihên curbicur de xwe nîşan dide.
Di rastî de niha civaka me hewcehî bi jinên çalak û zana bo gihîştina bi mafên wekhev heye. Hebûna jinan di nav refên rêkxistina YJDK û partiyên siyasî, bona kurtkirina riya gihîştina bi armancên xwe hewce ye. eva yek ji erkên sereke ên YJDK ye ku bi hşyarkirina jinan li warên siyasî û civakî de, hewil bide jinan bigehîne asta herî bilind, û riya gihîştina bi mafên wan nîşanî wan bide. Bê guman YJDK di vî warî de wê berdewam be li ser xebat û tekoşîna xwe.