Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

24’emîn civîna şivra mafê mirov li Suîsê

15:48 - 10 Îlon 2013

Kurdistanmedia: 24’emîn civîna şivra mafê mirov bizava Netewên Yebûyî li Jino bi gotinên Nawî Pîlayî komîsirê mafê mirov ê NY dest bi karên xwe kir.


Roja duşemî 9’ê Îlina 2013’an, endamên wê civîne dest bi karkirinê kirin û di roja yekem a wê civînê de qeyrana Sûriyê û aloziyên devera Rojhelata Navîn û pirsa mafê mirov hate ber bas.
Di roja yekem a wê civînê de komek pirs hetine ber bas ku pêk hatine ji:
Bidarvekirinên li Îranê, binpêkirina mafê mirov li Turkemen Sehra, mafê Mirov li Kurdistana Îranê, pîsbûna jîngehên li Îranê, gola Urmiyê û bidarvekirin û têkdana jîngeh li Ehwazê.
Pirsa mafê mirov li Kurdistana Îranê ji aliyê Nahîd Mukrî çalakvana mafê mirov ve hate ber bas.
Civîna han çend rojan dom dike û gelek pirsên pêwendîdarên din jî têne ber bas.
Her li dirêjiya wê civînê de qirare îro sêşemî 10’ê Îlonê bergeyek bi navê “mafê bi dest anîna agahiyên rast û dadperwerane û kuştina girtiyên siyasî li Îranê” birêve biçe.
24’emîn civîna şivra mafê mirov bizava Netewên Yebûyî bi alîkariya bizava na hikumî “Sudwînd”a Otrîşê birêve diçe.