Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

250 kuştî û 2000 birîndar di erdheja Azerbaycana Îranê de

13:57 - 12 Tebax 2012

Kurdistanmedia: Erdhejek bihêz bajarên “Uher, Werziqan û Kilîber ên parêzgeha Azerbaycana Rojhilat a Îranê hejand û heya niha 250 kuşûtî û pêtirî 2000 birîndar jê ketine, û dehan gund bi tewayî jinav çûne.


Êwara roja Şemiyê erdhejek 6.2 pile bajarên Uher, Herîs, Weziqa û Kilîber ên parêzgeha Azarbaycana Rojava a Îranê hejand.
Li gor navneda “Jeo Fîzîk” a Îranê dehan paşhejan devera han bi taybetî Werziqa hejandiye.
Fermandarê Werziqa gotiye, 12 gund ku her yek ji wan 900 heya 1000 kes xulyaqet hene, bi tewayî wêran bûne û 5 kuştî û 500 birîndar dane.
Li gor rapora “Rozanlayn” xesarên canî û malî ên wê erdheja mezin di halekê de ye ku televîzyonên rejîma Îranê xwe ji nûçeyên hewce ên wê bûyerê parastine û pêtir diayên taybet ên meha Remezanê û rê û resmên mesebî belav kirine.

1888.jpg


Endamek Meclisa rejîmê jî ragihandiye ku seba nebûna îmkanatan gîjandina alîkariyan pirr zehmet kiriye.
Nûçegihaniya Mehr belav kir ku roja Yekşemî tîmên hewarhatinê derbasî devera erdhejê bûne, eva di halekê de ye elektirîka wan devera qut bûye, pirsgirêkên weke kêmiya xurek û dermanan jî hene.
Dermanxaneya bajarê Werziqa ê tenê bi du pijîşkan ve mijûlî karê pêregihîştinê ye.
Erdheja han parêzgeha Urmiyê, Gîlan, Zencan û Erdebîl jî hejandiye.
Xelkê wê deverê şeva derbasbûyî li dervey malên xwe derbas kirine.

Pîroz be 67’mîn salvegera damezirandina PDK Îranê