Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

29 hevwelatiyên Kurd li meha Pûşpera 1392’a rojî de li deverên Kurdistana Rojhelatê hatine girtin

15:10 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmedia: Li meha Pûşpera sala 1392’a rojî de 29 hemwelatiyên Kurd li herêmên cuda cuda ên Kurdistana Rojhelatê bi sûçên cûr ba cûr bi destê hêzên ewlehiyên rejîma Îslamiya Îranê hatine destbiser kirin.


Li gor nûçeya malpera Kurdistanemdia, heyamê meha Pûşpera sala 1392’a rojî li parêzgehên Kirmanşan 6 kes, Urmiye 21 kes , Kurdistanê 2 kes bi tewanê buxtan lêkirî, endamê partiyên Kurdî, çalakiyên sivîl û “ewlehî” hatine girtin.
Bokan
Roja 2’ê Pûşpera 1392’an a rojî, hêzên ewlehî 5 hemwelatiyên Kurd bi navê “Eshed Cemiyanî, Luqman Seîdî, Sulêman Îmam Zendîlî, Xusro salihî û Mihemed resûlzade” xelkê Bokanê û endamê şivaya vî bajarî bi awayekî ne diyar hatin destbiser kirin. Hevwelatiyên han piştî çend rojan bi danîna wesîqe azad bûne.
Her divê pêwendiyê de roja 24’ê Gulan a 2013’an, 3 hevwelatiyên din xelkê vî bajarî û endamên şivra bajarê Bokanê bi navên “Resûl Çupanî, Nasir Rizayî û Ferhad Kamilî” ji aliyê hêzên ewlahiyên rejîma Îslamiya Îranê hatin girtin.

Her wusa li dirêjahiye destbiser kirina berbijêrên şivrê bajarê Bokan roja duşemî 8’ê Hezîrana 2013’an, xanima “Şehîn Bayîzidî” endamê gera duyem a şivra bajarê Bokanê, ji aliyê hêzên îdereyên Îtilata rejîm li bajaroka Bokanê hatin destbiser kirin.

“Şehîn Bayîzidî” yek ji damezrênerên encumena mamostayên bajaroka Bokanê bû û di vî varî de çalakiyên berbilav birêve dibirin.
Sebeba girtina “Şehîn Bayîzidî” û cihên vî tu zanyariyek ji ber dest nine.
Serdeşt
Roja çerşemî berwara 24’ê Tîrmaha 2013’an, sê hemwelatiyên Kurd bi navê “Osman, Ehmed û Mehmûd Ebdulahzade” xelkê gundê “Nîunmam”a ser bi devera Serdeştê ji aliyê hêzên ewlehiyên rejîma Îslamaiya Îranê ve hetin destbiser kirin û bo ciheke nediiyar het veguhastin.


Li dirêjahiya girtian de li parêzgeha Urmiyê û pajaroka Serdeştê 6’ê Tîrmeha 2013’an, welatiyekî vî bajarî bi navê “Qadir Zarê’î” temen 28 salî, piştî geran li Herêma Kurdistanê, bi sûça pêwendî girtin bi yek ji partiyên opozîsyona rejîma Îranê hat girtin.
Her weha li bajarê Serdeştê berwara 19’ê Tîrmeha 2013’an, 4 hemwelatiyên Kurd ku du kes bi tawana ewlehî û du kesên din jî kolber û kasibkar û her weha birîndar bûn, hatin girtin.

“Ebûbekir Mulaniya û Elî” bi sûça ewlehî û “Cemşîd û Hejar” kasibkarû di demekê de ku ji aliyê hêzên Întizamiyên rejîm dane ber gulleyan û hatine birîndar kirin destbiser kirine.
Urmiye
Berwara 29’ê Hezîrana 2013’an, hevwelatiyekî bajarê Urmiyê binavê “Qasim Muradperest” ji aliyê hêzê ewlehkarên rejîma Îranê û bi tawana pêwendî girtin bi yek ji partiyên Kurdî hat destbiser kirin û bo ciheke nediyar hat veguhastin.
Her weha 13’ê Tîrmeha 2013’an, welatiyek din bi navê “Ferdîn Mêhrab” ku teze bo şirvê gundê “Şêyîtan Ava”a ser bi devera Dulê hatibû hilbijartin, ji aliyê hêzên Îtilata rejîma Îslamiya Îranê ser bi Urmiyê hat destbiser kirin.
Bi gotina kesê hayîdar, Ferdîn Mêhrab bi hukma evê ku Kurd bû û li hember de berbijêrek din bi navê “Hêyîder Elî” ku Azerî bûye û deng neaniye, tomet bo Ferdî çêkiriye.
“Hêyîder Elî Husênî” bi alîkariya herjmarek li dest û pêwendiyên rejîma Îslamiya Îranê li gundê Şêyîtan Ava wajo li ser Ferdîn Mêhrab kom kiribûn û bi alîkariy yek ji partiyên opozîsyona rejîma Îranê hesibandine.

Mihabad
Şeva yekşemî berwara 23’ê Hezîrana 2013’an, kolberekî Kurd bi navê “Mu’tesem Mam Gulî” xelkê Mihabad hat destbiserkirin.
Kolberekî Kurd “Mu’tesem Mam Gulî” li ser sînorên bajarê Şino ê ji aliyê hêzên Întizamî ên rejîma Îranê ve dane ber gulleyan û paşan destbiser kirin.
Selmas
roja şemî berwar 22’ê Hezîran a 2013’an, Hadî Qizilbaş temen 36 salî kurê Hesen û xelkê gundê “Hesnava” ser bi devera bajaroka Selmasê ji aliyê hêzên wezareta Îtilatê hat destbiserkirin.

Qizilbaş bi sûça ewlehî û alîkarîkirin bi yek ji opozîsyonên rejîma Îranê hatiye girtin.

Sine

Li dirêjahiya girtin de li 16’ê Tîrmeha 2013’an, welatiyekî Behayî ê Kurd bi navê “Selîm Zarêyî” ji aliyê rejîma Îslamiya Îranê li Sine hat girtin.


Merîwan


Li Merîwanê berwara 23’ê Hezîrana 2013’an, hevwelatiyekî Kurd bi navê “Îbrahîm Nîkpî” hat girtin û bo ciheke nediyar hat veguhastin.
Hêzên ewlehiyên rejîm piştî destbiser kirinê ji mala Îbrahîm Nîkpî lêgerîn hat kirin û hinek tuştên taybet bi hevwelatî tevî xwe birine.
Sunqur
Roja 27’ê Hezîrana 2013’an, îdareya Îtilata Sunqur 4 welatiyên vî bajarî bi navên “Elî Hesen Şimayîlî, Xulamriza Temayîlî, Cebar Hacîmuradî û Kyumers wazi’î” destbiser kirin.

“Elî Hesen Şimayîlî” piştre jî li sala 1388’a rojî hatibû girtin.

Kirmanşan
Roja Înê berwar 12’ê Tîrmeha 2013’an welatiyek Kurd binavê “Mihemed Qebûlî”welatiyê yarsan yê xelkê bajarê “Zencan”ê piştî pêşkeş kirina gotarekê li çileya bîranina “Nîkmerd Tahirî” ji aliyê hêzên Îttlatî yên wî bajarî hate girtin û bo îdareya Îttlata wî bajarî hate veguhastin.
Piştî girtina wî welatiyê yarsanî yê xelkê bajarê Zencanê, hejmarekî berçav ji Kurdên Yarsanî yên bajarê Sehnê li hember Îdareya Îttlat ya wî bajarî kom bûn û nerazîbûna xwe dane kifşê.
Her divê pêwendiyê de li balafirxana bajarê Kirmanşanê li destpêka meha Pûşpera ev sala a rojî de hevwelatiyekî Kurd bi navê “Gîta Rizayî” xelkê Kirmanşanê û karzanê Nerm Efzar, ji aliyê hêzêzn ewlehiyên rejîm ve hat girtin.

Ev rapore li gor amara ku hatî tomarkirin li malpera Kurdistanmedia bilav bûye egera vê heye hejmara girtiyan ji vêne pitir be.