Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

3 hevwelatiyên Mihabadê bi guleyên hêzên rejîma Îranê hetin kuştin û birîndarkirin

20:12 - 24 Gulan 2013

Kurdistanemdia: Hevwelatiyeke Kurdê devera Gewirkayetî a bajarê Mihabadê ji aliyê hêzên Întizamiyên rejîma Îslamiay Îranê ve het kuştin û du kes jî hatin birîndarkirin.

Li gor nûçeya malepra Kurdistanmedia, silêman afrdireydun temen 45 salî û xelkê gundê Kawilana xwarê ser bi devera Gerwikayetî a Mihabadê bê evê ku sûçek hebe ji aliyê hêzên rejîm ve hat kuştin.

Bi gotina şahîdan, berwara 23\'ê Gulana 2013\'an, hêzên întizamiyên rejîma Îslamiya Îranê bi heceta zewtkirina kelupelên kasibkaran êriş kirine ser gundê Kawlana xwarê û li encam de şer û tevçûn di navbera akinciyên vî gundî û hêzên rejîm çêbû.
Her piştî tevçûnê, hêzên întizamiyên rejîma Îran dest bi teqekirin bi hemwelatiyeke Kurd kir û li encam de silêman afrdireydun ku xwediyê jin û zarokan bû, hat kuştin.

Hevwelatiyeke bajarê Mihabadê bi malpera Kurdistanemdia ragehand, di encama vê destdirêjiyê de 2 kes ji akinciyên gundê Kawilana xwarê hatin birîndarkirin û hêzên rejîm hejmarek din jî destbiser kir.

Heya bilavbûna vê nûçeyê zanyariyeke li ser çarenivîsa birîndar û girtiyên ji ber dest nine.