Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

%30 heşîmeta nav bajarê Kirmaşanê ji taxên parawêzxistî pêk hatiye

18:19 - 16 Kanûna Paşîn 2021

36 taxên perawêzxistî li bajarê Kirmaşanê hene û %30 heşîmeta wî bajarî ji taxên perawêzxistî pêk hatine.

“Fezlulah Rencber” Fermandarê rejîmê li bajarê Kirmaşanê di rûniştinekê de digel medyayan ji derheq pirsgirêkên perawêzxistina bajarê Kirmaşanê ragehandiye: “Berê pirsgiurêka perawêzxistin li taxên dûr yên wî bajarî bûn, lê îro ew akincîbûna nafermî, xwe gihandiye nav bajar, bi awayekê ku niha %30 heşîmeta wî bajarî ji taxên perawêzxistî pêk hatiye.

Li gor axavtinên wî karbidestê rejîmê, niha 36 taxên wî bajarî ji taxên perawêzxistî yên nav bajar pêk hatine, ku pirsgirêkên 13 taxan pêka taxên din zêdetir in.

Bajarekî wekî Kirmaşanê ku hem çavkaniya ava hewce heye, hem çavkaniya wizeya zêde heye û hem hegera şandina bo welatên din heye û herwisa potansiyela zede a geştyarî heye, lê yek ji bêkartirîn bajara ne. Bi wateyekî din yek ji bajarên perawêzxistî li warê aborî ye.