Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

3’emîn konfiransa netewî a Ciwanên her çar parçên Kurdistanê li kempa Domîzê dest bi karê xwe kir

13:47 - 27 Nîsan 2013

Kurdistanmedia: 3’emîn konfiransa netewî a Ciwanên her çar parçên Kurdistanê bi deruşma “li pênawa yekgirtina neteweiya Ciwanên Kurd” bi beşdariya 67 bizavên Ciwanên çar parçên Kurdistanê, li kempa Domîzê li parêzgeha Dihokê dest bi karê xwe kirin.

Li gor rapora nûçegehaniya malpera Kurdistanmedia, sibêdeya roja înê 26’ê Nîsana 2013’an, rê û resma dest pêkirina 3’emîn konferansa Ciwanên her çar parçên Kurdistanê, bi beşdariya nûênerê rêxistinên Ciwanên Kurdistanê û her weha heyeta Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi serperestiya rêzdar Mihemed Nezîf Qadirî endamê Deftera Siyasî, birêve çû.

Destpêka rê û resmê bi siroda netewî a “Ey Reqîb” û ragirtina xulekek bêdengî bo rêzgirtina canê paqij yên şehîdên Kurdistanê dest pêkir.

Pişdere peyama rêzdar Mes’ud Barzanî serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê Omîd Xuşnaw sekerterê giştî yê Yeketiya Ciwanên Partiya Demokrat a Kurdistanê ve hat xwandin û di peyamê de hatibû: Sedsala 21 sedsala bi cihatina hivî û berhema xebata kurdane û erka Ciwanên kurd ber wê hindê zor girane û li pişka din ya peyama xwe de basa wê hinde kiribû ku dema hindê hatiye ku kongira netewiya kurd bi pişkdariya hemû alî û hêzên kurdî yên her çar parçên Kurdistan ser xîmê tevhev jiyana hemû gelan bê girtin.
Her di vê pêywendiyê de û bi boneya 3’emîn konfiransa Ciwanan rêzdar Mistefa Hicrî sekerterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê peyamek bo rê û resma han rêkiribû.

Di birgeya din a marasimê nûênerê Ciwanên her çar parçên Kurdistanê peyama xwe pêşkeş kirin ku birîtî bû li:

-Peyama Ciwanên Kurdistana Sûriyê ji aliyê “Ehmed Mehmûd Emîn” ve hat xwandin

-Peyama Ciwanên Kurdistana Rojhelatê ji aliyê “Awat Qureyîşî” ve hat xwandin

-Peyama Ciwanên Kurdistana Turkiyê ji aliyê “Remezan Muradî” ve hat pêşkeş kirin

-Peyama Ciwanên Herêma Kurdistanê ji aliyê “Şîrzad Mame” ve hat xwandin

- Peyama Kempa Domîz ji aliyê “Mistefa Remezan” ve hat pêşkeş kirin

Rê û resm bi çendîn guvend û helbes bi dawî hat.

Kempa Domîz a ser bi parêzgeha Dihokê ku penaberên Sûriyê tê de akincîne.