Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

4 heletê agirberbûnê li çiyayên derdûra Pawê rû dan

20:34 - 20 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Li çiyayên “Kole, Wêmîr û çiyayê Şemsî”a ser bi bajarê Pawe, 4 heletê agirberbûnê qewimî.


Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, roja Înê berwara 18’ê Çiriya Pşêîn a 2013’an, agirberbû çiyayê “Kole”a ser bi bajarê Pawe û di encam de ziyanekî zaf gihîşte jîngeha wê deverê.
Piştî agirgirtina çiyayê “Kole”, ciwan û hevwelatiyên bajarê Pawe bi awayeke xorisk, bi heceta temirandina agir rû kirina çiya, ku piştî 2 demijmêran agir konterolkirin.
Êwara vê rojê, çiyayê han dîsan bo cara duyem agirî berbûyê ku heya direngê şevê domkiribû.
Her di vê rojê de cihek din bi navê “Wêmîr” li binara çiyayê “Şaho”a ser bi bajarê Pawe, agir girt ku hewla û zehmeta hejmarek şivan û welatiyan konterol kir.
Şahîdekê vê bûyerê bi malpera “Kurdistanmedia” ragihand: Ew agirketinên bajarê Pawe ji aliyê kesê nasnekirî ve hatiye encam dan.

mallperr/6767.jpg alt=6767.jpg border=0 width=500 height=200 />


Rojnamevanekî bajarê Pawe nêrîneke cuda heye û di vê pêwendiyê de got: “Ew agirberbûne seba zafbûna rêjeya tûşbûyên madeyên hişberin ku rû dide û bikaranîn û tûşbûyên madeyên hişber mefah ji agir werdgrin û dibe sedema agirberbûna çiya û zozanên bajarê Pawe.
Rojnamevanê han ku nedixwast navê vî eşkere be, da zanîn: Serbarî kargeriya tûşbûyên madeyên hişber di agirberbûnê de, hêzên ewlehî û leşkerî yên rejîma Îslamiya Îranê jî bi awayeke bernamerêjîkirî û gelalekirî çiyayên Kurdistanê û bi taybet çiyayên Hewramanê agir berdidê û ne tenê hewl bo temirandina agir nadin, belkî rêgirî li xelkê deverê jî dikin bo konterolkirina agir.
Bi gotina rojnamevanê han, piştre jî li berwara 17’ê Çiriya Pêşîn a 2013’an, hêzên cêgir li bingeha “Rile” helkevtiye li bexşa “Newsûd”ê, agir berdane çiyayê “Şemsî” û paşan ku xelkê bajarê Nodşe xwastin bi bona konterol agir biçine cihê mebest, bi biyanoma ewlehî bûne deverê pêşiya xelkê girtibûn.