Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

4 hevwelatî li bajarê Sinê ji aliyê hêzên rejîm ve hatin binçav kirin

15:32 - 4 Gulan 2013

Kurdistanmedia: 4 çalakvanên kedkar seba sebebekî nediyar ji aliyê hêzên rejîma Îranê li bajarê Sinê hatin binçav kirin.

Celîl Mihemedî, Şapûr Husênî, Ferdîn Qadirî û Aram navê her çar çalakvanên kedkar ên bajarê Sinê ne ku hatine girtin.

Roja 2’ê Gulan a 2013’an, Aram, Şapûr Husênî û Ferdîn Qadirî li rêya Beharan li bajarê Sinê hetine girtin û çendîn malperên kirêkarî bilav kirine ku hêzên ewlehiyên rejîm pêştir ew welatiyene dane ber guleyan û paşan destbiser kirine.

Her di vê rojê de hêzên ewlehiyên rejîm Celîl Mihemedî digirin.

Heyameke zext û givaş bo ser çalakvanên kirêkar li Kurdistanê zor bûye, heyamek berî niha çalakvanekî kedkarê din yê Kurd bi navê “Xalib Husênî” bi bê sebebekî nediyar hat binçav kirin.

Her di vê pêywendiyê de malbata “Xalib Husênî” di namekê de ku hejmarek li xelkên bajarê Sinê bi xasmanî taxa Hacîava yê vajo kiribûn, daxwaz li nawendên pêywendîdar bi rejîmê kiribû ku ew hevwelatiye serbes bikin.

Xalib Husênî berwara 19’ê Adara 2013’an ji aliyê hêzên Îtilata rejîma
Îranê li cihê karkirinê li bajarê Sinê hatibû girtin.