Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

4 hevwelatiyên devera Selasa Bawecanî bi guleyên hêzên leşkeriya rejîma Îranê bûne qurbanî

15:25 - 4 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmedia: Kolberek û 3 welatiyên sivîl ên Kurd bi guleyên hêzên leşkeriyên rejîma Îslamiya Îranê hatin kuştin û birîndarkirin.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, Azad (Nazar) Muradî kolberê Kurd û xelkê devera Hencîr Bûsî a Selasa Bawecanî li ser sînorên Bayîgan kewtine ber destdirêjiya hêzên leşkeriyan û di encam de jiyana xwe ji dest da.
Her divê pêwendiyê de du birayê Azad û welatiyek din yê “Ezgele” bi heceta werigirtina termên birayê xwe yê kuştî serdana pasgaha “Ezgele” kirin û lê hêzên wi cihî dane ber guleyan û di encam de ew welatiye bi navê “Osman” hat kuştin û du birayê Nazar bi navê “Rigar û Celel” hatin birîndarkirin.

Heya bilav bûna vê nûçeyê termên kuştiyan ji aliyê malbata wan nehatiye wergirtin.
Li gor zanyariyên dawî tedrustiya yek ji birîndaran nebaşe û egera mirina vî heye.
Li gor amara hatî tomarkirin li nawenda amara malpera Kurdistanemdia, di destpêka meha Pûşpera sala 1392’a rojî de jibilî wan 4 welatiyên Selasa Bawecanî, 3 kolberên Kurd li deverên sînoriyên Kurdistanê bi guleyên rasterast ên hêzên rejîma Îslamiya Îranê hatine kuştin û birîndarkirin.