Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

4 kolberên Kurd li devera Urmiyê seba reniya befrê bûne qurbanî

16:10 - 28 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: 2 kolberên Kurd li herêma Tirgewera Urmiyê seba hatina raniya befrê canê xwe ji dest dan û 2 kesê din jî bi tundî hatin birîndarkirin.

Nûçegihaniya Kurdpa bilav kir, 2 kolberên Kurd bi navên Ferheng Fetahî kurê Nayîb û Yasir Ensarînijad kurê Siracedîn, akinciyên gundê Xanegêa ser bi devera Tirgewera bajarê Urmiyê, seba hatina reniya befrê roja Çarşemî berwara 27\'ê Çiriya Paşîn a 2013\'an, canê xwe ji dest dan.
Çavkaniya han bilav kir, di vê bûyerê de dû kolberên din jî bi navê Semed fetahî kurê Ehmed û Şerefet Esxerî kurê Qasim, bi tundî birîndar bûn û paşan bo nexweşxanê veguhastin û a niha li jêr çavdêriya pizişkî de ne.
Yek ji wan kolberane bi navê Ferheng Fetahî du roj berî niha gustîla zewacî kiribû tiliya xwe, ku seba kêm dahatî û hejariyê rû ji karî tirs ê kolberî kiribû û tûşî vê bûyerê bû.
Di dirajayiya vê raporê de hatiye: Termê wan du kolberên ku hatine kuştin li gundê Xanegê teslîmê axê kirin.
Li gor serhejmariya malpera Kurdistanmedia, li destpêka meha Xexelwera 1392\'an a Rojî ve heya niha 13 kolberên Kurd li devera Kurdistana Rojhelatê hatine kuştin û birîndarkirin.