Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

40 Parlemanterên Ewropayê daxwaza derxistina dîplomat terorîstên rejîma Îranê dikin

11:11 - 3 Şibat 2021

Kora Parlemana Ewropa daxwaz dike ku sîxur û kirêgirtiyên rejîma Îranê yên bi nav û çarçêveya dîplomat û rojnamevanî, ji Ewropayê bêne derêxistin.

Roja Sêşemî 2ê Şibata 2021an, 40 endamên Parlemana Ewropa di nameyekê de bo “Rîk Dîmz” Serokê wê Şêwreyê, daxwaz kirine ku kirêgirtiyên rejîma Îranê ku bi navê dîplomat yan rojnamevan di Ewropayê de ne, bila bêne girtin û mehkemekirin û derêxistin.

Wan 40 endamên Parlemana Ewropa, daxwaz kirine ku dema hindê hatiye Ewropa bi kiryarekî micid, bersiva tepeseriya navxwe ya welat û kiryarên terorîstî yên rejîma Îranê li derveyê welat bide.

Wan di nameya xwe de nivîsîne “ev 40 sal e rejîma Îranê bi awayê herî hovane xelkê tepeser dike û bersiva daxwaza mafê kêmaniyan bi zilm û tepeserî dide”.

Wan 40 Parlemanterên Ewropayê di nama xwe de nivisîne ku hinartina terorîsmê bo Ewropa, ji rêka balyozxane û piştîvaniya dîplomatên rejîmê ve hatiye kirin.

Wan di nameya xwe de daxuyaniya Şêwra Yekîtiya Ewropa a Avrîla sala 1997an anîne bîra Ewropayê, ku hewceyê bîranînê ye piştî vê ku di roja 10ê Avrîla 1997an dadgeha Mîkonosê hikmê xwe ragîhan, Yekîtiya Ewrppa dest bi cî peywendiya xwe digel rejîma Îranê qut kirin û balyozên xwe ji Îranê vexwandin.

Çend roj berî vê helwêsta 40 palemantarên Ewropa, pitir ji 20 deshilatdarên berê yên Ewropayê jî daxwaz kiribûn ku bila sîxur û terorîstên rejîma Îranê ji Ewropayê bêne derxistin.