Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

5 hemwelatiyên Kurd hatin girtin

14:57 - 1 Kanûna Paşîn 2014

Kurdistanmedia: Pênç hevwelatiyên Kurd xelkê gundê devera Hewramana Text ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin girtin û a niha tû agahiyeke ji çarenivîsa wan ji ber dest nine.
Li gor rapora malpera Kurdistanemdia, roja 29\'ê Çileya Pêşîn a 2013\'ê, 5 hemwelatiyên Kurd xelkê gundê Derekêa devera Hewramana Text a ser bi bajarê Sewlawa, di demekê de ku çûbûne çiyayê Derbendê, ji aliyê hêzên rejîma Îslamî ya Îranê ve hatin girtin.
Nasnama 4 kes ji wan 5 kesên ku hatine girtin bo malpera Kurdistanmedia eşkere bûye ku bi vî awayî ye: Sebah Mehmûdî kurê Subhan, Ehsen Husêyînî kurê Hesen, Qutbedîn Husêyînî kurê Hesen û Alid Mihemedî kurê Mihemed Elî.
Li gor raporê, nasnameya pênçem narûne, lê tê gotin ku birayê Adil Mihemedî kurê Mihemed Elî be ku ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye giritin.
Tû agahiyek ji girtina 5 hevwelatiyên han ji ber dest nine û sedema destbiserkirina wan ji aliyê hêzên rejîm ve heya niha bo malbata wan 5 girtiyên Kurd narûn e.