Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

5 kedkar li bajarê “Demawed”a parêzgeha Tehranê, hatin girtin

16:00 - 28 Îlon 2013

Kurdistanmedia: 5 kedkarên Kurd xelkê devera Sine ser bi parêzgeha Kurdistanê, ji aliyê hêzên ewlehiyên rejîma Îslamiya Îranê li bajarê Demawendê hatin girtin.


Malpera “Kurdpa” bilav kir, 5 kedkarên Kurd xelkê gundê “Ewêheng”a ser bi bajarê Sine li parêzgeha Kurdistanê, bi navên “Hejar Lutfî, Qanî’e Rizayî, Reftar Xudayarî, Makwan Beharî û Ezîz Xudayarî” bi bê sedemekî eşkere ji aliyê hêzên ewlehiyên rejîma Îslamiya Îranê li bajarê Demawend a ser bi parêzgeha Tehranê hatin destbiser kirin.
Li gor çavkaniya han ew 5 kedkarên Kurd di dema karkirinê li pirojeyekî bînasaziyê de li bajarê Demawendê hatin girtin û heya dema bilav bûna nûçeya han tu agahiyek ji ber dest nine û sedem û cihê ragirtina wan 5 kedkarane ji ber dest nine.