Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

50 kes bi sûça lîstin bi avê re hatin girtin

15:22 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmedia: Di rê û resmekî lîstin bi avê re ku di parka “Îran Zemîn” a bajarê Kerecê birêve çû, 50 kes ji aliyê hêzên Naca ve hatin girtin.


Nûçegehaniya karajrasa diyarkir, di merasimekî lîstin bi avê re ku bi daxwaza keç û xurtan di torên civakî weke “Facebook”ê de hatibû ragehandin û li parka “Îran zamîn”a bajarê Kerecê kom bibûn 50 kes bi tawana lîstin bi avê re hat destbiser kirin.
Rê û resma han bi beşdariy hêzên Întizamiyên rejîmê birêve çû û di dawiyê de 50 kes ji aliyê hêzên Naca hatin girtin.
Malbatên kesên hatî girtin li ber deriyê pasgeha 14 a vî taxî kom bibûn ku koma wan 500 kes bûn daxwaza serbestkirina zarokên xwe bûn