Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

50 nêçîrvanên Kurd dest ji nêçîrkirinê kişandin

20:52 - 12 Adar 2014

Kurdistanmedia: Piştî şepola dest kişandin ji nêçîvanên Kurd li Kurdistanê, vê carê 50 nêçîrvanên Kurd li Zerînava Îlamê ji nêçîrkirinê dest kişandin.

Dest kişana nêçîrkirinê ji aliyê nêçîrvanên Kurdan ve li Zerînava parêzgeha Îlamê bi awayeke xwezayê hat kirin û ew karê wan li demsala cûtbûna balndan û ajelan bi nîşana rêzgirtin ji siruştê hetiye kirin.

Li gor rapora nûçegihaniya Mêhir, nêçîrvanên han armanca xwe ji wê pêngavê bo arîkariya xwezayê û jîngeha bi kul û êş a kurdistanê dan xuya kirin.
Şepola dest kişandin ji nêçîrkirinê û aştîkirina nêçîrvanên Kurd tevî xwezayê û teyr û tewal di dawiya meha Rêbendanê digere ku nêçîrvanên Kurd li Merîwanê bi şikandina tifengên xwe dest ji nêçîrkirinê kişandin.

Roja 14\'ê Şibat a 2014\'an, nêçîrvanekî Kurd xelkê devera Merîwanê bi navê Ehmed Ezîzî, bi şikandina çeka xwe dest ji nêçîrkirinê kişand.
Di heyamên derbasbûyî de hejmarek nêçîrvanên Kurd xalkê bajarê pawe, Ciwanro, Nexede, Riwanser û Kamyaranê Kewên xwe serbest kirin û bi wê hengawê dest ji nêçîrkirinê kişandin.