Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

50 sîxurên rejîma Îranê li Behrênê hatin cezakirin

20:10 - 2 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Dewleta Behrênê di daxuyaniyekê de hejmarek ji dijberên xwe di girtîgehê de bi sîxurî bo rejîma Îslamiya Îranê sûçdarkir.
Nûçegihaniya Rotêrz bilav kir, dewleta Behrênê 50 girtî ên dijberî xwe ku bi sûça “ewlehî” girtibû, a niha bi encamdana sîxurî bû rejîma Îslamiya Îranê û hewl dan bo çêkirina aluzî hatin tawanbar kirin.
Dewleta Behrênê da zanîn: Ew 50 zîndaniye kar bo hilweşana dewleta Behrênê kirin e ku her yek ji wan bi 15 salan zîndan hatine mehkûm kirin.
Piraniya akinciyên welatê Behrênê alîgir û peyrewên ola Şî’e li ola Îslamê ne, lê çendîn sale destelata vî welatî li destê Suniyên vî welatî de ye.
Rejîma Îslamiya Îranê her di dest pêka narizayetiya Şî’eyên Behrênê li dijî destelata Suniyan bûn û dewleta Behrênê jî rejîma Îranê bi desttêwerdan ji karubarê navweyî vî welatî tawanbar kir.
Nûça mehkûm kirina wan 50 hemwelatiyane bi sîxurî bo rejîma Îslamiya Îranê ji aliyê berpirsên rejîm ve tû kardaneweyekî nebûye.