
Pêka amarên rejîmê zêdetir ji 500 hezar dersxwan li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ji alavên hewce wekî telefona zirek, tablêt, înternet û pêvendiyan bona hînkarî ya bi awayê “Online”, bê par in.
Roja Çarşemî 6ê kanûna Paşîn, nûçegihaniyek a girêdayê rejîma Îranê daye zanîn ku 500 hezar dersxwan li parêzgeha “Sîstan û Belûçistan”ê ji alavên hewce bona hînkarî ya bi awayê “Online” bê bar in; ew hejmar , nêzî nîveya dersxwanan li wê parêzgehê de ye.
Li despêka demsala perwerde û hinkariyê, berpirsên perwerde û hînkariya rejîma Îranê bas li 400 hezar dersxwanî kiribûn ku ji alavên hewce bona hînkarî ya bi awayê “Online” bê par in.
Hewisa li wê derheqê de, 2 rojan berî niha, Wezîrê Pêvendiyan(Irtibatat) ragihandibû ku nêzî 100 hezar kesî di parêzgeha Sîstan û Belûçistanê de ji destpêregihîştin bi înternet û hînkarî ya bi awayê “Online” bêparin.
Herwisa li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê jî pirsgirêka micid a nebûna alavên hewce bona hînkarî bi awyayê “Online” heye.