Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

7 kedkarên bendawa Dariyan di dema ziwirînê de seba bûyera tirafîkê canê xwe ji dest dan

19:34 - 11 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: 7 kedkarên bendawa Dariyan xelkê gundê “Nav”a ser bi bajarê sewlawa, di dema ziwirînê de li nêzîk gundê “Hecîc”a ser bi bajarê Pawe tûşî bûyera tirafîkê bûn û di encam de canê xwe ji dest dan.

Li gor nûçeya gehiştî malpera Kurdistanmedia, paş nîveroa roja Yekşemî berwara 10’ê Çiriya Paşîn a 2013’an, seba berbûna tirombêlek bi cirê “Tûyûta Lendkrûzêr” li 100 kîlomêtriya rêya “Hecîc”, helkevtiye li ser rêya Pawe bo Merîwanê, 7 kedkarên bendawa Dariyan bi navên “Mihemed Xerîb Remezanî kurê Xeyas, Mehfûz Gulnarî kurê Ebdurehîm, Murşîd Gulnarî kurê Mihemed, Rehman Nezerî kurê Subhan, Seyad Nezerî kurê Muxtar, Xefar Kerîmî kurê Xefûr û Kerîm Xudadadî kurê Murad”, hatin kuştin û 2 kesê din jî birîndarbûn.

6972.jpg


Hevwelatiyeke hayîdarê wê bûyerê bi nûçegihaniya “Kurdistanmnedia” ragihand: Xirabiya rê û banan û nasitandarbûna wê rêyê û nebûna lempera qirax rêyan, ji sedemên wê bûyerê bûn ku 9 qurbanî lêktin.
Li gorî yasaya kar, xwediyên kar erkdare alavên hat û çûnê bo kedkarên derveyî bajarê cî bi cî bike û di vê pêwendiyê de her bûyerek bo kedkaran bête pêş xwediyên kar tûşî serpêşiya yasayî bûn.
Seba ewê ku ew kedkarane di dema ziwirînê de bûn, ew bûyere weke bûyera kar tê hejmarkirin û xwediyên kar bi qerbûkirina ziyanê erkdarin.
Li gor yasaya kar, ew kargeh û fabrîkên ku li derveyî bajaran in, xwediyên kar bi dabînkirina keresên hat û çûnê ên ewlehî û parêzraw erkdarin.