Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

70 hektar zevî û milkên hevwelatiuyên devera Mihabadê hat şewatin

16:12 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmedia: 70 hektar zeviyên gundê “Çarga”a devera Mihabadê li agir de şewitîn û xisarekî zor gehişte werzêran.
Mal û milkên 6 malbatên gundê Çarga ku 50 hektar Genim û 20 hektar jî berhemên din ê werzêriyê bû şewitîn.
Xisareta ku gehiştî werzêran nîzîkê yek milyard dike û malpera Mukriyanê jî divê pêwendiyê de bilav kir, xelkê vî gundî gelek hewl dan ku agir konterol bikin lê seba tundiya agir serkevtî nebûn.
Ji aliyek din ve roja çarşemî 9’ê Tîrmeha 2013’an, zozanên gundê “Laran”a Ciwanro ji aliyê hinek kirêgrtiyên rejîma Îranê agir berdanê û xisarekî zaf bi werzêran dever û jîngehê gehîşt.
Çend rojan berî niha jî Guristana gundê Xelîfan ser bi Nexede û derdûra wê hatin şewitandin û xesarekî berçav gehîşte deverê.