
Kurdistanmedia: Di 7.emîn civîna Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê, komeke basên girîng hatin pêş, û biryar li ser çendîn pirsên girîng jî hatin dayîn.
Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Duşemiyê 11`ê Pûşperê (02.07.2018)`an 7.emîn civîna Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê di navenda serkirdayetiya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê de bi rêve çû.
Pêşnîvroya roja Duşemiyê, heyetên her yek ji partiyên endam di Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê de çendîn pirsên girîng nîqaş û gengeşe kirin.
Yekem beşa destûra karê civînê taybet bû bi tekoşîn û çalakiya di navbera du civînên navendê, ji aliyê berpirsê dewreyî yê navendê Eta Seqizî ku endamê Desteya Kargêrî ya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê ye.
Di beşeke din ya civînê de, logoya pêşniyarkirî ya navendê behs li ser hate kirin, û piştî çendîn têbîniyên aliyan, logoyek wekî logoya fermî ya Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê hate pejirandin.
Behseke din ya destûra karê 7.emîn civîna Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê, li ser pêkanîna navend yan berdevkek yan nûneratiyekê di asta bilind de bo pêwendiyên navdewletî bû, ku ji aliyê Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê ve erkdar be, û li egera razîbûna aliyan pilatformek jê re bê nivîsandin, û mîkanîzma karê wê bê diyarîkirin.
Beşeke din axatin bû li ser civîna kesê yekem ê her pênc aliyan, ku beşdarbûyiyan pê baş bû ew civîn bê encamdan, û biryar hate dan, ku di pêşereojeke nêzîk de kesên yekem ên her pênc aliyan kom bibin.
Basên 7.emîn civîna Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê, piştî çend demjimêran bi dawî hat.