Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi teqeya rasterast a hêzên rêjîmê li Belûçistanê de çar welatiyên Belûç hatine kuştin

12:16 - 12 Çirriya paşîn 2026

Li Belûçistanê, di encama teqekirina rasterast û bê haydariya berê ya hêzên leşkerî yên rêjîma Îranê, çar welatiyên Belûç hatine kuştin û çend birîndar jî hene.

Li gorî raporên çavkaniyên mafên mirovan ên Belûçistanê, berê sibeha roja Çarşemî 20ê Xezelwera 1405an a Rojî, derdora demjimêr 03:00an, hêzên leşkerî li devera "Lexşek" a ser bi bajarê Zahidanê, bêyî tu hişyarî û fermana rawestanê, teqe li maşîneke ji cureyê "Pêjo" kirin. Di encama vê êrîşê de her sê siwarên maşînê ku ji Tehranê vedigeriyane bo  Zahidanê, hatin kuştin.

Nasnameya qurbaniyên vê bûyerê wiha hatine eşkerekirin: "Umîd Cemalzehî" yê temen 30 salî û xelkê Heremek a Zahidanê, "Henzele Cemalzehî" yê temen 32 salî û bavê çar zarokan, û herwisa "Mubîn Gengozehî (Rêygî)" yê 34 salî û xelkê Mîrcawê.

Şahidên bûyerê ragihandine ku piştî rawestana maşînê jî, hêzên cinayetkare rêjîmê guleya dawî (tîrê xelas) li Henzele û Mubîn dane û paşê cihê bûyerê terikandine.

Termên her sê welatiyan ji bo Pizîşkiya Dadwerî ya Zahidanê hatine veguhestin û malbatên wan bo wergirtina termê kuştiyên xwe li ber derê wê navendê kom bibûn.

Her li dirêjiya cinayet û kuştara hêzên rêjîmê li dijî gelê Belûç, roja Sêşemî 19ê Xezelwerê jî, welatiyekî din ê Belûç bi navê "Umîd Kedxudayî" yê temen 30 salî, kurê Îsa û xelkê gundê Deftûleg ê ser bi bajarê Nîkşehrê, li nexweşxaneyeke bajarê Kirmanê canê xwe ji dest da ku navbirî 21 rojan berê li ser rêya di navbera Bezman û Îranşehrê de di encama teqeya hêzên çekdare rêjîmê de bi giranî birîndar bibû û piştî sê hefteyan ji ber giraniya birînên xwe jiyana xwe ji dest da.

Ev cinayetên hov bi dijî gelê bindeste Belûç, biryarekî li asta herî serve a rêjîmê ye ku bo girtin û kuştina Belûçan û xirabkirina mala wan û bêparkirina wan ji heçî mafekî jiyanê, destê hêzên rêjîmê wekirî hêlaye.