Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

8 hevwelatiyên Kurd seba bûyerkî hat û çûnê li ser rêya Seqiz û Bane mirin

14:49 - 2 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmedia: 8 welatiyên Kurd ku 4 kes ji wan zarok bûn, seba bûyera hat û çûnê canê xwe ji dest dan.
Nûçegehaniya Îsna bilavkir, sibêdeya roja sêşemî berwar 2’ê Tîrmeha 2013’an, seba xwe bi hevdana du tiromêbêlan 8 hevwelatiyan jiana xwe ji dest dan.
Di navê wan kesane de ku jiyana xwe ji dest dane 4 zarok, 2 jin û 2 kes jî mêr bûne.
Li gor amara pizîşka yasayî a rejîma Îslamiya Îranê li meha Xakelêwe û Banemera sala 1392’a rojî de li Îranê 3 hezar û 27 welatî seba hat û çûnê canê xwe ji dest dane.
Divê amarê de hatiye, di bûyera hat û çûnê de 2 hezar û 272 kes mêr û 755 kesên din jin in.