Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

86 Îranê li Maliziyê mehkûm bi darvekirinê bûn

21:02 - 26 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Di koma giştî ya 221 Îraniyên girtî li Malizî, 86 ji wan bi ceza darvekirinê ji aliyê dadgeha vî welatî ve bi ser wan hatiye sepandin.

Nûçegihaniya Îrna bilav kir, konsolgeriya rejîma Îranê bi welatê Malizî gotiye: 31 jin û 190 mêr Îranî di 12 girtîgehên Maliziyê de destbiser in ku piraniya wan bi sûça qaçaxiya madeyên hişber hatine girtin.

Serkonsolê Îranê li Malizî ragihandiye: Di navbera wan 221 girtiyane de 80 mêr û 6 jin hukma darvekirinê bi ser wan de hatiye sepandin.

Piştre jî rejîma Îranê derheq bi darvekirina hemwelatiyên Îranî li Maliziyê hişyarî dabû, lê dewleta Malizî ragihandibû ku dibe rewta darvekirina Îraniyên zîndanî kiriyên Malizî derbas bibe.