Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

9 kes ji binçavkiriyên xelkê Bane bo girtîgeha Sineyê hatine veguhstin

11:55 - 16 Şibat 2022

Pêka nûçeya ku Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê belav kiriye, roja Duşemî rêkevta 25`ê Rêbendanê, 9 kes ji binçavkiriyên bajarê Bane yên bi navên “Selah Pizîşkî, Refîq Pizîşkî, Bêhzad Pizîşkî, Kerîm Pizîşkî, Ebûbekir Pizîşkî, Erselan Pizîşkî, Ferzad Pizîşkî, Cemal Mirewetî û Seîd Reşîdî” ji girtîgeha Îdareya Îtilaata rejîma Îranê ya bajarê Sineyê bo girtîgeha navendî ya wî bajarî hatine veguhsatin.

“Kurdpa”yê daye zanîn ku ew 9 kesane di dema binçavkirinê de ji hebûna parêzer û çavpêkevtin digel malbatên xwe hatibûne bêparkirin.

Hêzên ewlehî yên rejîmê ev 9 kesane bi tohmeta hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê rejîma Îranê binçav kirine.

Ev 9 kesane rêkevta 20ê Xezelwerê, bi bê ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatine girtin.

Hêzên ewlehî yên rejîma Îranê di dema binçavkirina wan 9 kesan de bêrêzî ji wan û malbatên wan kiribûn û herwisa kelûpelên wan ên şexsî jî digel xwe birine.