Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

900 Meh Serbilindiya Neteweyî

11:40 - 21 Kanûna Paşîn 2021

Serbest Urmiye

Roja 2`ê Rêbendana îsal 75 sal wate 900 meh bi ser avabûna Komara Kurdistanê de derbas dibin. Meha Rêbendanê di dîroka hevçerx a gelê Kurd de, xwedî taybetmendiyeke berçav e û  ji damezirandina yekemîn Komara dîrokî ya Kurdistanê li vê mehê û di sala 1324`an a Rojî de, weke stêrkeke geş di dîroka tevgera siyasî – neteweyî de tê mêzekirin. Avabûna Komareke neteweyî û pêşkevtinxwaz ku renge temenê wê zêde dirêj nebû, lê çi guman têde nînin ku di heyamê xwe û di Rojhilata Navîn de, yekemîn hikûmeta demokratîk bû ku li ser bingeha daxwazî û hişiyariya neteweyî ava bibû. Heke meriv baş jê mêze bike, li serdemê avabûna Komara Kurdistanê heya çend salên pêş û piştre jî di dîroka hevçax a welatên derdor de, çi dewletek li ser bingeha îradeya gel ava nebûye. Ya xuya ye eva ye, pişkek ji wan dewletan di encama derbeyeke leşkirî de û pişka din jî ji aliyê hêzên dagîrker en bîhanî ve hatine destnîşan kirin û bi destê zoriyê bi ser welatiyan de hatine sepandin.

Weke mînak hikûmeta Îraqê ji aliyê dagîrkerên Berîtaniyayî ve hat destnîşankirin û heta serokê vê jî bo cara yekem ji welateke derdor anîn û bi ser de sepandin. Her çend ku piştre jî bi derbeyeke leşkirî hate hilweşandin, lê di encam de jî dîsan taqimeke kodetaçî dest bi ser bireveberiya welat de girtin û ev terz ji hikûmetdariye bo cara çendan di vî welatî de dubare bû. Yan heke em bala xwe bidinê, hikûmeta Pehlewî ku wê demê di Îranê de hikim dikir, di destpêkê de di encama derbeyeke leşkirî ji aliyê Riza Xanê Mîrpenc ve hate damezirandin û bo cara duhemîn jî di encama derbeya leşkirî ya 28`ê Gelawêj a sala 1332`an ya Rojî de û bi piştîvaniya dagîrkerên bîhanî dubare hakimiyeta welat xiste bin destê xwe.

Komara Kurdistanê di wî çaxî de, serbarê vê çendê ku encama îradeya neteweyî ya gelê Kurd bû, bo cara yekemîn jî di dîrokê de gelê Kurd kire xwediyê saman û herêmeke siyasî û neteweyî. Di rastî de gelê Kurd di 2`ê Rêbendanê de û bi damezirandina Komara Kurdistanê, da xuyakirin ku serbarê zilm û zoriya dagîrker ku bi salan e li ser Kurdan heye, lê gelê Kurd û Kurdistan hêj li ser pêyê xwe ne û li hember dijmin de serî natewandine. Ji aliyeke din ve Komara Kurdistanê berevajî piropagendeyên dijmin û dagîrkerên Kurdistanê, da selimandin ku gelê Kurd di îdare û birêveberiya welat û samanên neteweyî yên xwe de kêmtir ji çi gelên herêm û cîhanê nîne û ne hewceyî sergêriya kes û aliyekê xêncî xwe ye.

Komara Kurdistanê Di Navbera Pilanên Neyaran Û Serhildana Neteweyî De

Ji bo kêmkirina bandor û mezinatiya Komarê di hizra giştî ya nifşa piştî Komarê de, dagîrker û neyarên Kurd bê pîlan nebûne û hertim hewil dane çi di rêya dar û destekên nejadperest ên xwe û çi di rêya bi kirêgirtina taqimên xwefiroş ên Kurd û bîhanî de, Komara Kurdistanê weke destkevteke neteweyî û berhema hişiyarî û serhildana gel ji ber çavan reş bikin û bikin encama hatin û xweşkirina zirûf û destnîşankiriya hêzên bîhanî ve û ji bo vê mijarê jî hatina leşkrrê Ûris ji aliyê bakur û leşkirên Berîtanî û Emerîkî ji aliyê başûrê Îranê ve dikin faktera piropagendeyên xwe. Helbet pitir li ser vê yeke ne ku Komara Kurdistanê û Serok û karbidestên wê bibin bin sîbera yekîtiya sovîyetê a wê demê. Lê ya ku li gor hemû fakterên hundir ên Kurdistanê didin xuyakirin eva ye ku Komar berhema serhildan û hişiyariya neteweyî ye û xwedîderketina gel ji vê destkevta xwe ya dîrokî hemû piropagendeyên neyaran pûç kirine.  

Heke em pênaseyeke kurt ji serhildan û sedemên çêbûna serhildanan bikin, eşkere ye ku Komara Kurdistanê berhema serhildan û hişiyariya gelê Kurd e û ne tiştek din.

Serhildan: Bi giştî serhildan derencama bûyerên cor ci cor di dîroka welatekê de hatiye zanîn û pêvajoyek e ji bo ji holêrakirin yan guhertinê di biyavên civakî, exlaqî, aborî û nemaze siyasî de ye û  fakterên weke 1. Nerazîbûn ji rewşa zal 2. Hebûna bîr û rayên cuda 3. Geşekirin û berfirehbûna hesta şoreşgerî 4. Rol û pêgeha hêz û aliyên siyasî û civakî di serxistina serhildanê de bi bandor in.

Heke em ji civaka Kurdistanê û jîngeha serhildana Komara Kurdistanê mêze bikin, hemû fakterên han tên xuya kirin. Siyaseta parehêlan û astengkirina geşekirina civakî, aborî, çandî û xwendin û zanînê ji aliyê dagîrker ve ku vê demê ji aliyê rejîma Pehlewî ve bi ser Kurdistane de dimeşiya, û bibû sedem ku hişiyariya neteweyî û hesta şoreşê di Kurdistanê de xurt bibe ku di encam de peydabûna pariyên siyasî weke Komeley Jiyanewey Kurdistan û piştre Partiya Demokrat a Kurdistanê ava bibin û xortên şoreşger ên gel, li dijî hemû pêkhateya rejîma Pehlewî hevbigirin. Encama vê hişiyariyê û hevgirtinê jî avabûna Komara Kurdistanê bû. Her wê hişiyariya neteweyî jî wisa kir ku di demeke nezîk de Komar bibe Komareke gelî û di hemû herêma bin desthilata wê de, gel şanaziyê pêve bike û heya îro jî gel Komar û biha û destkevtên wê mîrata xwe ya neteweyî bihesibînin.

Komara Kurdistanê tenê bi hilgirtina navê Komarê nebûye sembola neteweyî, belkî destkevt û remzên wê wiha kirin ku gel hertin şanaziyê pêve bike. Komara Kurdistanê ji bilî destkevtên girîng yên weke rêkxistina hêza neteweyî anku Hêza Pêşmerge, alaya Kurdistanê weke remza selimandin û yekîtiya neteweyî, di qada azadîxwaziya neteweyî de, yekemîn rêxistinekî siyasî û xwedî bername û pirogramekî modern e bo birêveberiya xebata gel di qada neteweyî û siyasî de û bi awayekî demokratîk, mafê çarenivîsa gel selimand û yekîtiya neteweî anî holê. Di qada perwerdehî û ronakbîriya Kurdî de jî, bi weşana rojname, kovar, bilavok, pertûk û lidarxistina xwendingehan bi zimanê neteweyî û şandina xwendekaran bo derverî Komara Kurdistanê, çirayeke din bo geşekirina civaka Kurdistanê hilkir.

Di qada xebata medenî de jî, rêxistinên sivîl ku heta wê demê kêmasiyên civaka Kurdistanê dihesibîn, li ser destê Pêşewayê zana hatin damezirandin. Bo mînak Yekîtiya Jinên Demokrat û Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistanê, bingehên xebata sivîl in di Kurdistanê de.

Di qadên ewlehî, ewlehiya neteweyî û aborî de jî, Komara Kurdistanê heya niha jî xwedî nav û deng e û di nava hikûmetên derdor û hevçaxê xwe de bê mînak e. bi wî awayî ye ku rêvîngên rêya Komara Kurdistanê heya niha jî hem şanaziyê pêve dikin û hem jî di pêxema bidestxistina armancên wê de di meydana xebatê de amade û cangorî ne.

Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine