Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ustraliya mijûlê bi terorîstnasandina spaha pasdaran e

16:59 - 9 Çirriya pêşîn 2025

Dewleta Usrtraliayê roja Çarşemî 16ê Rezbera 1404 a Rojî, gelaleyek pêşkêşî parlemana wî welatî kir ku pêka vê gelaleyê, dibe ku girûpên girêdayî bi dewletên bîhanî ku li her kîderê dest li xirabkariyan de hebin, weke terorîst bên naskirin.

Ev gelaleya rêya yasayî bo tomarkirina sipaha pasdaran a terorîst li lîstê rêkxiravên terorîstî yên Ustraliyayê vedike ku çendîn sal e bi hewldanên kawilker û tundûtîj li asta dever û cîhanê tê naskirin.

Mîşêl Rolênd,( Michelle Rowland) Dadwera Giştî ya Ustraliyayê li nasandina vê gelaleyê de êrîşkirinên bo ser Cihûyan li bajarên “Sîdnî û Milborn”ê de bi pîlanên metirsîdar û qirêj binav kir ku pêka raport û zanyariyên Ewlehiya Ustraliyayê, ji aliyê spaha pasdaran a terorîst ve ev êrîş hatine kirin.

Navbirî tekezî kiriye ku ev êrîşane ne tenê civaka cihûyan, belku serwerî û şêwaza jiyana giştî ya xelkê Ustaliyayê kirine armanc.

Rêkxirava Zanyarî û Ewlehiya Ustarliyayê tekezî kiriye ku spaha pasdaran a terorîst li sala 2024 a Zayînî de li danîna 2 bomban li dijî navendên Cihûyan li nava axa Ustarliyayê de rol hebûye, bûyerek ku bû sedema derxistina nûnerê rêjîma Îranê li wî welatî de.